Parlamentera Partiya Çep Ula Jelpke, nerazîbûn nîşanî êrişa polîsên Elman a li ser saziyên Kurdan da û got, “Ev êrîş ji bilî desteka ji bo kampanya hilbijartinê ya Erdogan nayê ti wateyê.”
Polîsên Elman pêr serê sibehê mîna polîsên Tirk êriş biribûn ser komeleya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Elmanyayê (NAV-DEM) û buroya Civaka Azad.
Polîs her wiha li malên rêveberên NAV-DEM’ê geriyan, derî şikandin û ketin hundir. Polîsan xwepêşandaneke ku 3’ê Kanûna 2017’an ji bo Efrînê bihata kirin, lê pêk nehat, weke hincet nîşan da û dest danî ser kompûteran.
‘Êriş li dijî hilbijêrên HDP´ê ye’
Parlamentera Federal a Elman Ulla Jelpke ya ji Partiya Çep, li ser êrişa polîsên Elman got, ew bi saziyên Kurdan re ye. Jelkpe ku berdevka karên hundir a Partiya Çep e, nerazîbûn nîşanî êrişê da û got, “Êrişa li ser saziyên Kurdan ji bilî destekkirina kampanya hilbijartinê ya rejîma Erdogan, nayê ti maneyeke din. Endamên NAV-DEM’ê demeke dirêj e li kolanan ji bo HDP’ê karê hilbijartinê dikin û ji bo bi hêsanî dengdan li konsolosxaneyên Tirk bê kirin, hewl didin.
Bi serdegirtinê re hewl tê dayin ku pêşiyê li mixalefeta li hemberî Erdogan bigirin. Tirsa herî mezin a Erdogan ew e ku partiyên çep û muxalif bibin yek û têbikoşin.”
Ulla Jelpke destnîşan kir ku êrişa dozger û polîsên Berlînê ya li dijî saziyên Kurdan divê di çarçoveya kampanya hilbijartinê ya rejîma Erdogan de bê nirxandin û ev bang kir, “Divê desteka yekser yan jî neyekser a ji rejîma Erdogan re tavilê bê bidawîkirin.”
ANF/BERLÎN