Ji ber sergoya bajrê Merîwan û derdorî wê li ser jîngeha gundê Eserawa tê valakirin, di navbera polîsan Îranê û welatiyên gund de şer derket. Di şer de gelek kes birîndar bûne. Dema ku polîsan xwestin gel belav bikin, welatiyan jî li dijî vê helwest nîşan da û li ber xwedan. Li ser vê yekê şer derket. Di encama şer û aloziyên derketî de gelek kes birîndarbûn û di nava birîndaran de jina temen 60 sal bi giranî birîndar bûye. Her wiha gelek kes jî ji aliyê polîsan ve hatine binçavkirin û di nava kesên hatin binçavkirin de jî 5 jê jin in.

Sedemê şer jî, gundiya diyarkirin ku êdî naxwazin sergoya bajarê Mewrîwan li ser jîngeha gundê wan bê valakirin. Şarerdariya Merîwanê ev 16 sal e sergoya bajarê Merîwan û derdorî dibe li ser jînegeya vî gundî valadikin. Ev jî bûye sedem ku gelek nexweşî li vî gundî peyda bibe. 


MÊRÎWAN