Polîtikayeke wan jî ew bû ku Tevgera Azadî bifetisînin, bi we serkeftinê jî Erdoganê xwe wek şefê duyemîn bidin pejirandin. Wan ev daxwaziya xwe di bin rûpoşa serkariyeke sunî (emevî-osmanî) afirandinê de derxistin pêş. Di encamê de cinawir û wehşên bi navê Daîşê xistin pêsîra kurdan, bi hêvî li bendê bûn ku bigihîjin armanca xwe. Lê Tevgera Azadî li Maxmûr, Şengal û bi taybetî jî li Kobanî ev daxwazî û plana wan di qirika wan de fetisand. Lema jî ji qehirandinan devê xwe negirtin bi zimanê Erdogan xwe di cihanê de rezîlkirin û hatin tecrîtkirin. Tevgera Azadî jî cihê xwe yê rewa di nava civaka cihanê de girt. Vê jî ew derxist pîleya harbûnê.
Niha jî bi awayekî bê heya bi psikolojiya binketinê ziman û helwesteke êrîşkarî bikartîne. Heta tewana xwe jî wek sûçê Tevgera Azadî be, bikartîne. Mînaka herî balkêş helwest û bangaşiya li dij serhildanên 5,6ê cotmehê ye. Mîna ku ew çil kesên hatine kuştin bi gulle û êrişên polîs û eskerên AKPê pêknehatibe, HDP û Tevgera Azadî kiribe, di çapemeniya xwe de wek bangaşiyeke êrişkirinê bikartîne. Ango „hem eyşike û hem bi xwe şik e.“ Bi êrişên xwe yên bêbext dixebite ku dijberê xwe tenê di pozîsyona xweparastinê de bihêle ku sûçên wan neyê xuyakirin û ew neyên tewanbarkirin. Bi dîtina min divê em di rewşên wiha de hê êrişkartirbin ku bikanin vê xiniziya wan vala derxin. Polîtîkayeke wan jî berê hilbijartinan dest bi polîtîkaya qirkirina siyasî kirine. Berê hemû hilbijartinan wan serî li vê xiniziyê dane. Ew bi vê dixebitin ku birêkxistiniyê melûl bike, çavên girseyên gel bitirsîne û ji bo sextekariyên hilbijartinan rewşeke destdayî amade bike. Vê jî li alîyekî mîna ku ji bo çareseriyê gav bavê je hin tiştên xapînok derdixe pêş, lê di bin de ji qirkirinê siyasî dide domandin. Wî di qirkirinê siyasiyên çend sal berê de Fetullah Gulenî wek sebeba girtinan nîşan dabû. Niha jî dixebite di bin perdeya ewlehiya civakê de vê dike. Divê ji vê durûtî, bêbextî û dijminahiya bi pişo pişo re êdî bes bê gotin. Li dij vê polîtîkayê detbîrên kêrhatî were girtin. Polîtîkayeke wan jî di demê aloz û hilbijartinan de manevrayên lîstikên li ser hestên olî ne. Erdogan bi vê mabestê, qaşo bi destên îslamîstan keşifkirina Amêrîkayê derxist pêş. Yekê wan jî rabû û demezirandina dewletên yekbûyîyê Amarîkayê jî li vê zêde kir. Bi van balonên teqyayî bala hemû mirovan kişand ser wê aliyê ku ji aliyekî ve bikanin bi wê ji wê îzolasyonê bifilitin û cidi werin girtin, li aliyê din jî îslamîstên, yan jî bawermendên ji wan sarbûne, cardin berbi xwe ve vegerînin. Davûtoglu li pey tevlêbûna civîna 20 dewletên sereke, niha jî bi vê gera xwe ya li Iraq û Kurdistana başûr dixebite ku li ser pişta kurdan ji vê îzolasyonê bifilite, cardin bikane armancên xweyên xiniz daxin qada jiyanê. Hima bigire bi mînaka pisikê ne, mirov çawa bavêje li ser lingan dikevin.
Ew tu car armancên xwe yên bingehîn bernadin, tenê bi mavre û hin lîstikên bêbextên xapînok dixebitin ku armancên xwe bi awayeke din daxin qada jiyanê. Divê di têkiliyên bi van canbazan re lîstik li gor vê rastiyê werin sazgarkirin.