Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Riza Altûn da xuyakirin, ku sedema hebûna AKP'ê, meşandina polîtîkayeke li dijî Kurdan e û got, êrîşên li Bakurê Kurdistanê nîşaneya îflasa polîtîkaya Tirkiyeyê ya li Rojava ye. 

Altûn bal kişand ser polîtîkaya Tirkiyeyê ya li hemberî Kurdan û got, hêzên ku Kurd li Sûriyeyê li dijî wan şer dikin,  ew hêz in ku bi banga cîhada navneteweyî û bi desteka Tirkiyeyê li herêmê kom bûne. 

Altûn di axaftinên xwe de bal kişand ser siyaseta Tirkiyeyê ku li hemberî pirsgirêka Kurd dide meşandin û wiha peyivî: Eger ev siyaset bi rê ve biçe û encam bi dest bikeve, jixwe pirsgirêkek bi navê pirsgirêka Kurd namîne. Bi serketina vê yekê re wê pirsgirêka Kurd biqede. Polîtîkaya Tirkiyeyê ya li ser Rojhilata Navîn di heman demê de polîtîkaya wê ya Kurd nîşan dide. Di vê mijarê de ti pirsgirêkeke Kurd a Barzanî jî nîne. Derdê wî hegemonya û pirsgirêka berjewendiyan e."


‘DAIŞ’ê tenê li dijî kantonan şer kir’

Altûn diyar kir ku şerê ku li Rojhilata Navîn tê meşandin şerekî li dijî Kurdan e û wiha pê de çû: “Dema mirov DAIŞ'ê binirxîne; gelo DAIŞ'ê bi giranî li hemberî rejîmê şer kir, an jî li hemberî kantonan? Li dijî kantonan şer kir. Çima li dijî kantonan şer kir? Halbûkî eger bi tenê weke hêzeke Ereb bimana, wê berê xwe bida rejîmê. DAIŞ'ê rejîm danî aliyekî û bi giranî êrîşî Kurdan kir. Ev yek şerê Tirkiyeyê yê li hemberî Kurdan e. Lewma encamên li Sûriyeyê li Bakur jî diyarker in."


Bi dijberiya Kurdan hebûna xwe diparêze

Altûn da zanîn ku beriya hilbijartinê wan destnîşan kir ku Erdogan û AKP ji bo Tirkiyeyê çiqasî xeter in û got, “Me got, eger AKP hilbijartinê qezenc bike, wê rewş çiqasî xeter be. Eger winda bike, wê darbeyê bike. Piştî 7'ê Hezîranê darbe kir."

Altûn ragihand ku encama derket holê, ev hizra wan piştrast kiriye û axaftinên xwe wiha domandin: "Sedema hebûna AKP'ê, meşandina polîtîkayeke li dijî Kurdan e. Têkiliya xwe ya bi koalîsyona navneteweyî, bi Tirkmenan, DAIŞ'ê, El Nûsra û her kesî re, ji bo ji holê rakirina statuya Kurdan e. Ji bo pêşî li pêşdeçûna Kurdan bigire ye. Girtina Cerablûs û rojavayê Firatê, ji ber vê yekê ye. Li gorî hesabên wê, eger li Sûriyeyê encam bê girtin, kantonên li Sûriyeyê werin hilweşandin, hingî wê li Bakurê Kurdistanê ti pirsgirêka Kurd nemîne. Jixwe hêza bingehîn a bakur wê li wê derê bê têk birin. Hêzeke têkçûyî wê li Bakur nikaribe xwe nîşan bide. Bi vî rengî rewşê dinirxîne."


‘Eger îtifaqa xwe bi PDK'ê re xurt bike’

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Riza Altûn di dewama axaftinên xwe de bal kişand ser plana Tirkiyeyê li Iraqê û got, "Plana Tirkiyeyê ya li Iraqê, ji polîtîkaya xwe ya Sûriyêyê wêdetir e. Eger bi îtifaqa PDK'ê re karibe xwe xurt bike, wê li hemberî hebûna me ya li Başûr operasyonekê pêk bîne. Pêwîst e ku ev yek weke hewldaneke leşkerî ya li hemberî hebûna me ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê, Mexmûr, Kerkûk û Şengalê were nirxandin."


Şer ket nav bajaran

Altûn da xuyakirin, ku pêvajoya şer a bi qelibandina maseyê re li Tirkiyeyê ji aliyê Erdogan û AKP'ê ve hat destpêkirin, tê wê wateyê ku polîtîkaya Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê li hemberî tevgera azadiyê dimeşand, têk çûye.

Altûn bal kişand ser şerê navxweyî yê li Tirkikyeyê û got, "Li vê derê îlanên xwerêveberiyê di rojevê de ne û li ser bingeha ragihandina xweseriyê, şer cara yekemîn e ku ketiye nava bajaran. Ev rewşeke nû ye. Encameke bêçaretî û şaşîtiya siyaseta Tirkiyeyê ye. Heta niha me şerê gerîla meşand. Di herikîna dîrokê de yekemcar e ku me li bajaran xweserî îlan kir û li bajaran Têkoşîna Azadiyê ya Kurd derxist asteke nû. Dema ev yek paralelî Rojava bê nirxandin, wê bê dîtin ku Tirkiye gelekî jêhatî nîne. Di rewşekê de ku dixwest pirsgirêka 

Kurd li Sûriyeyê bifetisîne, bi nêzîkatiyên xwe yên çewt, şerê li Sûriyeyê xist nava welatê xwe û ket rewşeke ku nikare ji nav derkeve."

Altûn diyar kir ku Tirkiye bi polîtîkayên xwe yên heyî, li Rojhilata Navîn timî dibe sedema xitimandin û krîzan û got, "Di polîtîkaya dewletê de ti guhertin nîne. Ji nava wan ê herî bi aqil Davûtoglû ye, lê cihê ku wî xwe gihandiyê Osmanîtî ye. Hewl dide Tayyîp Erdogan û AKP'ê demokrat, azadîparêz nîşan bide, lê referansa wî jî Osmanî ye. Bi rêxistinbûyîneke bi vî rengî, ne pêkan e ku aramî serdest bibe. Cîhan diguhere, herêm diguhere, her tişt diguhere. Vê pêvajoya guhertinê xwe li ser Tirkiyeyê jî ferz kiriye."



OZGUR ÇAYAN/ŞERZAN AYDIN/ANF/BEHDÎNAN