Malm qonaxên rêveçûna pirsgirêka Kurd anî ziman û got, "Li Iraqê li herêma Kurdan statuyeke federal a Kurdistanê heye. Serokê herêmê da xuyakirin ku ji bo serxwebûnê wê referandûmê bikin. Li Tirkiyeyê di navbera gerîlayê PKK'ê û hikûmetê de hevdîtinên aştiyê dewam dikin. Li Sûriyeyê hêzên leşkerî yên Kurd, kontrola bakurê welêt xistine destê xwe. Ev pêvajo hemû rastî gefa rêxistina terorê DAIŞ'ê tên. Lê belê gelekî zelal e ku Kurd rola hindikahiya els qebûl nakin."
Tenê êrişên hewayî ne bes in
Mal ragihand ku ji ber van hemû sedeman divê Swêd polîtîkayeke nû ya Kurdan ji bo xwe formule bike û destnîşan kir ku Iraq bi dehan salan, Sûriye jî ev 4 sal in di pêvajoyeke ji hev ketinê de ne, sînorên navbera van welatan bi tenê li ser kaxizê mane û bal kişand ser êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî herêmên Kurd lê dijîn. Malm da zanîn ku bombebarana hêzên koalîsyonê ya bi pêşengiya DYA di parastina eniyên Kurd de têrê nakin û bibîr xist ku li dijî DAIŞ a bi çekên giran, Kurd bi çekên sivik li ber xwe didin û got, "Ji bo parastina sivîlan, pêwîstî bi rakirina berpirsyariyên navneteweyî yên berfireh heye. Divê Swêd li Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê balê bikşîne ser vê û ji bo civaka navneteweyî bikeve nava hewldanan, bixebite."
´Bila Swêd alîkariya Kurdan bike´
Parlementerê Swêdî Malm diyar kir ku ji bo li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê karibin xwe biparêzin divê Swêd alîkariya çekan bide Kurdan û destnîşan kir ku ev yek jî dikare di çarçoveya qanûna firotina kelûmelên leşkerî ji derve re, bê kirin. Malm da zanîn ku wergirtina biryarek di mijara parastina jiyana sivîlên li Iraq û Sûriyeyê de, wê têra Swêdê bike ku çekan bide Kurdan. Malm ragihand ku Kobanê di bin êrîşa giran a çeteyan deye û eger ew der têk biçe rîsk heye ku çete berê xwe bidin her du kantonên din û got, "Lê belê parastina van herêman, ji bo parastina hindikahiyan û pêşveçûna demokrasiyê ji bo Swêd û cîhana rojava girîng, ev her sê kanton dikare bandorê li herêmê bikin."
´Divê Kurdên Rojhelat neyên jibîrkirin´
Di dawiya axaftina xwe de Malm da zanîn ku di demeke cîhana derve ji bo çareseriyeke mayînde ya pirsgirêka Kurd dikeve nava hewldanan de li Îranê zext û darvekirinên li hemberî Kurdan dewam dikin û ji civaka navneteweyî xwest, ku rewşa li Îranê ji nêz ve bişopîne û divê mafên mirovan û demokrasî ji tawîzên bernameya nukleerî ya Îranê re neyên qurbankirin. Malm xwest, Swêd rewşa Kurd, Azerî, Belûcî, Ereb û hindikahiyên din ên li Îranê rastî zextê tên, bixe rojeva xwe.
ANF/STOCKHOLM