Li Tirkiyeyê hunermend Yilmaz Guney, şaîr Nazim Hikmet, hunermend Ahmet Kaya û gelek kesên din ji ber fikr, raman û hunera xwe neçar man ku Tirkiyeyê terk bikin û li Sirguniyê ji yana xwe ji dest dan. Tirkiye ku dema saxbin li wan xwedî dernakeve, piştî ku li sirguniyê jiyana xwe ji dest didin nû li wan xwedî derdikeve û wekî hunermendên xwe, wan dide naskirin. Hunermend Ahmet 11 sal berê ji bo azadiya zimanê Kurdî parst rastî hewldana lîncê hat. Kaya ku êrîşên li ser wî zêde bûn, neçar ma ku Tirkiye terk kir û berê xwe da Ewropayê. Kaya, piştî demekê li ewropayê ma li paytextê Parîsê Firansayê jiyana xwe ji dest da. Hevalê Ahmet Kaya ê herî nêzîk Ferhat Tunç, bal kişand ser erîşên serdema Ahmet Kaya û niha û wiha got: "Ez gelek caran hatim binçavkirin û berdan. Herî dawî ku ez bûm namzete parlementeriyê û piştî wê der barê min de gelek doz hatin vekirin." Tunç, ku ji bo beşdarî merasima cenazeyên xebatkarên Ajansa Doganê a Nûçeyan (DHA) Cem Emîr û Hasan Beyaz bibe hate Dêrsimê diyar kir ku heta niha der barê wî de zêdeyî 10 doz li wî vebûne. Tunç, anî ziman ku ev dozên li wî tên vekirin encama êrîşa li dijî wî dide xuyakirin û wiha got: "Ev wateya destpêka gelek dozên din in. Dixwazin min jî wekî Ahmet Kaya derxin dervê welat. Ahmet Kaya rastî feraseta lîncê hat. Niha di serdema hikûmeta AKP'ê de ev êrîşa lîncê bi rebazên cuda û teşeyên cudatir zêdetir bûne. Ev êrîşên lîncê zêdetir bûne. Axaftinên min ên serdema hilbijartinê dikin hincet û dozan li min vedikin. Heta niha zêdeyî 10 doz li min hatin vekirin. Heta niha ji ber tu dozan min neçû îfade neda. Ne dema min heye û ne ez tehamul dikim. Di dema hilbijartinê de ji ber ku min xwest şer û operasyon bi dawî bibe û kuştin raweste. Ji ber ku min aştî xwest doz li min hatin vekirin. Dixwazin min bi van dozan çavtirsandî bikin û min ji dozê dûr bixin."
'Di 2 mehan de 10 lêpirsîn hate vekirin'Tunç, anî ziman ku di nava 2 mehan de 10 lêpirsîn li wî hatin vekirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dixwazin bi van doz û lêpirsînan min bitirsînin. Lê ne ez ditirsim û ne jî Tirkiye terk dikim. Ez dê dêtoşîna xwe li Tirkiyeyê berdewam bikim. Xuya dike ku hikûmetê hêj ders ji linca Ahmet Kaya dernexistiye. Ez jî niha rastî lînca wekî li wî hate kirin têm. Dixwazin min jî bi van zext û zordariyan derxin dervê welat. Lê ez terk nakim û ez dê têbikoşim."
FERHAT ARSLAN - DÎHA-DÊRSIM