
Hêzên rejîma Îranê pêr girtiyê Kurd Behrûz Alxanî ji bo ku cezayê wê yê darvekirinê pêkbîne, veguhestin girtîgeha navendî ya Urmiyê. Doh seta 01:00’ê berbangê Alxanî bi 5 hevalên xwe ve hat darvekirin.
Çavkaniyekê ji Rojhilatê Kurdistanê ragihand ku cenazeyê Behrûz Alxanî û 5 hevalên wî wê radestî malbatê bikin. Yek ji endamên malbata Alxanî jî ev nûçe piştrast kir û diyar kir ku rêveberên girtîgehê ji wan re ragihandine ku îro(doh) werin cenazeyê xwe bigirin. Her wiha ji malbatê hatiye xwestin ji bo wergirtina cenazeyê kurê xwe pêwîste ji dadgehê nameyekê werbigrin.
Cenaze nadin malbatê
Lê birayê Bêhrûz Alxanî, Mensûr Alxanî ragihand ku berpirsê girîgeha Urmiyê û hêzên Îtilaata Îranê cenazeyê Bêhrûz Alxanî nedane wan. Îtilaatê her wiha gef li malbatê jî xwariye ku nabe ji bo kurê xwe merasima sersaxiyê danin.
Derbarê mijarê de birayê Bêhrûz Alxanî, Mensûr Alxanî ji RojNewsê re axivî û diyar kir ku malbata wan ji şevê din ve li ber deriyê girtîgehê rawestiyane, lê dewlet cenazeyê wan. Rêxistina Efûya navnetewî jî pêr daxuyaniyek fermî weşandibû û ji Îranê xwestibû ku darvekirina Behrûz Alxanî bide rawestandin. Girtiyê siyasî yê Kurd Behrûz Alxanî bixwe jî roja sêşemê bi rêya telefonê ji malbata xwe re gotibû ku ji bo cara dawî werin hevdîtina wî.
Behrûz Alxanî di sala 1985’an de li bajarê Selmas a Rojhilatê Kurdistanê hatiye dinê. Roja 27 Çileya 2010’an ji aliyê hêzên Îtilaatê ve li bajarê Selmasê hat girtin. Nêzî 9 mehan li Selmas, Xoy û Urmiyê di bin çavan de bû û rastî gelek êşkenceyên ruhî û fizîkî hat. Alxanî li gel 15 kesên din bi behaneya alîkariya bi PJAK’ê ra hat girtin.
Nasnameya 5 girtiyên din de ên ku bi behaneya ku kirîn û firotina madeyên hişber kirine, hatin darvekirin wihaye; R. Valafer, A. Fethî, K. Golşenî, E. Kerîmî, R. Qasimî.
PJAK: Bê bersiv namîne
Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê bi daxuyaniyekî darvekirina girtiyê siyasî yê Kurd Bêhrûz Alxanî şermezar kir û ragihand ku siyaseta darvekirinê wê rejîmê ber bi tinebûnê ve bibe û banga xwedî derketinê ji xelkê Rojhilat kir.
Meclîsa PJAK’ê ragihand ku gelê Kurd wê li hember van êrîşan mafê xwe yê parastinê bikar bîne û wiha ragihand: “Tiştên ku Erdogan tîne serê gelê Kurd, bi heman şêwazî jî Rûhanî bi Kurdan dike. Em bang li xelkê me yê Rojhilat bi taybet ciwanan dikin ku li hember siyaseta darvekirinê bêdeng nemîn. Pêwîste gel bixwe xwe birêve bibe û ev kiryarê wê bêbersvi nemîne.”
Kurd dikin bazara nakokiyan
“Em qehreman û berxwedêrê Kurd Bêhrûz Alxanî ku li hemberî bêdadî û zilma dewleta Îranê bi awayeke dilêrî berxweda bi bîr tînin û bejna xwe li hemberî wî ditewînin, ji malbata wî û gelê Kurd re sersaxî dixwazin. Vê wehşeta rejîma Sêdare ku dijminahiya gelan û taybet gelê Kurd kûr dikin şermezar dikin. Ev siyaseta rejîma Îranê di vê demê de tenê xizmeta têkbirina vê rejîmê dike. Di milekê bi Amerîka û dewletên derve re lihev dikin û diyare ku encama wan lihevkirinan jî qurbanîkirina gelê Kurd e. Gelê Kurd li herêmê dikin bazara nakokiyên navbera xwe."
Bi çarenûsa DAİŞ’ê re rû bi rû bimînin
"Ev darvekirin û êrîşên nemirovane jî encama lihevkirinên dawî yên vê Rejîmê û siyaseta vê demê ya dewleta Îranê dij bi gelê me ye. Dewleta Îranê bi van darvekirinan gelê Kurd ber bi biryarên pir cuda ve dibe. Çawa ku li hemberî zilma Erdogana gelê me biryara xwe ya têkoşînê da, ya ku Dewleta Rûhanî jî ser gelê Kurd ferz dike heman e. Bila rejîma Îranê baş bizane ku hêrsa gelê Kurd wê hewldana wan a dij Kurd di bin xirabeyan de bihêle. Ji bo ku êrîşên li ser Hûsiyên li Yemenê bide sekinandin gelê herêmê û gelê Kurd dike qurbanî. Ev siyaseta qirêj ya rejîma heyî bi ti şêwazî nayê pejirandin û yên ku bi gelê Kurd û nirxên wan dilîzin bêguman wê bi çarenûsa DAİŞ’ê re rû bi rû bimînin."
Ciwanên Kurd wê bêdeng nemînin
Her wiha PJAK di daxuyaniya xwe de bi lêv kir ku darvekirina Bêhrûz Alxanî ti carî nayê pejirandin û ji xwe Bêhrûz Alxanî di êşkenceyên herî dijwar de felc bibû. Daxuyanî bi vî rengî dewam kir: "Lê Rêjîma sêdareya Îranê êdî hemû sînorên mirovbûn û vîjdanê jî derbas kiriye. Kurdeke ku bi wehşeta xwe felc kiriye jî ji bona xwe weke tirs û xeter dibîne. Tehemula vê rejîmê li hemberê jiyankirina gelê Kurd nemaye. Li girtîgehan li kolanan û her derê êrîşî ser gelê me dike. Ciwanên Kurd li sertaserî Îranê pêwîst e ku li hemberî van tayên sêdare ku her roj ciwanekê ber bi qirkirinê dibe bêdeng nebin û helwestên xwe yê welatparêzî û berxwedêriyê raber bikin. Li hemberê vê qirkirina siyasî û hovîtiya Rejîmê tu kurdek pêwîste bêdeng nemîne."
‘Bila gelê me yê Rojhilat mafê xwe yê parastinê bikar bîne’
Bi darvekirina Sîrwan û Bêhrûzan hewl tê dayîn ku gelê me û bi taybet jî ciwanên Kurd di vê dema dîrokî de ku gelê Kurd bi têkoşîneke bêhempa li her çar parçeyên Kurdistanê çerenûsa xwe diyar dike ji vê têkoşînê pêngav paşve bavêjin. Ne gelê me ne jî tu ciwaneke Kurd li hemberî vê siyaseta pûçbûyî ya vê Rejîmê nabe ji helwesta xwe ya bilindkirina têkoşîna xwe ya azadiyê dûr bisekine. Dema wê ye ku gelê Kurd di vê qonaxê de çarenûsa xwe diyar bike û bi ti şêwazî dagirkerî û zilma li ser xwe qebûl neke û ti êrîşên dijmin bê bersiv nehêle. Gelê kurd ji bona parastina xwe li hemberî hovîtiya DAİŞ’ê li Başr û û Rojava bûn mertal û îro li hemberî şerê AKP’ê xwe rêvedibin li hemberî siyaseta Sêdare û hovîtiya dewleta Rûhanî jî pêwîste ku mafê xwe yê parastinê bi kar bînin.
‘Ev kiryarê bê bersiv nemîne’
Ev kiryara rejîma Îranê di milê têkoşîna azadiya gelê kurd de yê bi ti awayî bê bersiv nemîne. Em banga têkoşîn û xwedî derketina ji şehîdên Sêdarê şehîdên rûmet û berxwedanê ji gelê xwe taybet jî ciwanan dikin. Careke din vê kiryara faşîzan û nijadperest ya rejîma Îranê û siyasta qirêj ya dewleta Rûhanî ya li hemberî gelê kurd şermezar û lanet dikin.”
ROJNEWS/URMIYE