Wezîrê karên derve yê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Mike Pompeo ji bo ku bike dewleta Tirk agirbestê ragihîne, doh li Enqerê bû. Çav li rê bû ku ew tevî heyetekê bi ku alîkarê serokê DYE´yê Mike Pence jî tê de ye, bi Tayyip erdoganê faşîst re rûne. Pompeo beriya hevdîtinan li Enqereyê daxiuyaniyek da û got, berpirsê bêîstîqrariyê Erdogan e û ew dixwazin rewşê hel bikin.
Pompeo got, armanca wan ne ew e ku têkiliyên Tirkiye û DYE´yê qut bikin, lê ew dixwazin ku Tirkiye ji kapasîteya kirinên bi vî rengî mehrûm bikin. Pompeo di daxuyaniya xwe de dagikeriya dewleta Tirk jî eşkere weke dagirkerî bi nav kir: “Erdogan divê vê dagirkeriyê rawestîne.”