Derhêner Cefer Penahî bi sedema ‘Di hilbijartina serokomariyê de piştgirî daye muxalefetê’ 6 sal cezaya hepsê, 20 sal cezaya nekişandina fîlman girtibû. 48’emîn Mîhrîcana Porteqala Zêrîn a Fîlman a Antalyayê ji bo cezaya Penahî bê betalkirin, qedexeya derketina wî ya derveyî welat û qedexeya beşdariya mîhrîcana navneteweyî bê betalkirin dê bang li Îranê bike.
Penahî li Îranê yek ji derhênerên navdar ê Pêla nû ya Sînemaya Îranê ye. Derhêner, senarîst û sazkar Penahî di 44’emîn Mîhrîcana Porteqala Zêrîn de Serokatiya Juriya Fîlmên Metrajdirêj a Navneteweyî kiribû. 63’yemîn Mîhrîcana Fîlman a Cannesê Penahî dawetî mîhrîcanê hatibû  kirin lê ji ber ku hatibû girtin nekarî here mîhrîcanê. Her wiha 61’emîn Mîhrîcana Fîlman a Berlînê û 67’emîn Mîhrîcana Fîlman a Venedîkê jî ew vexwendibû û nekarîbû beşdarî wan jî bibe. Di her sê mîhrîcanan de jî ji bo piştgiriya Penahî cihê rûniştina wî vala hatibû hiştin.
Penahî heta niha bi ‘Balona Spî’ Xelata Kameraya Zêrîn li Cannesê, bi ‘Daîre’ li Venedîkê Xelata Şêrê Zêrin, bi ‘Ofsayt’ li Berlînê Xelata Hirça Zîvîn û Xelata Taybet a Juriyê, her wiha li gelek mîhtîcanên din jî bi qasî 50 xelat girtiye.
Di Mîhrîcana Porteqala Zêrîn de dê fîlmê ‘This Is Not A Film / In Film Nist - Ev ne fîlmekî ye’ ku derhêneriya wî Penahî û Mojtaba Mirtahmasb kiriye dê bê nîşandayîn. Derhêner Mojtaba Mirtahmasb dê bibe mêvanê mîhrîcanê. Di fîlm de Penahî qala rojên xwe yên li betalkirina dozê dike. Penahî, derhêner Mojtaba Mirtahmasb li mala xwe ya ku niha lê girtiye û lê cezaya xwe dikişîne dike mêvan. Penahî di fîlm de senaryoya fîlmê ku niha nikare bikişîne dixwîne, ‘Lîstikvaniyê’ dike.


 ANTALYA