Thomas Gainsborough yek ji wan şêwekarên sedsala 18´an e ku tesîreke mezin li hunerê şêwekariyê kiriye. Yek ji peyvên wî ku di nava xelkê ehlê hunerê de belav, ew dibêje, “Resmkirina portreyan pîşe û karê min e, lê resmkirina hawîrdorê kêf û aramiya min e.” Ev resmê li ber me jî yekane portreya wî ya bi xwe ye ku wê xêz kiriye û di vê nimûneyê de ew hem portreyê xwe xêz dike û hem jî hawîrdorê, pêre jî pîşeyê xwe û kêf û aramiya xwe dike yek. Weke gelek portreyên xwe bi xwe, diyar e ev portre jî bi alîkariya neynikekê hatiye xêzkirin. Gainsborough bi xwe sala 1727´an hatiye dinê û sala 1788 miriye. LONDON