PERVÎN YERLÎKAYA / DORTMUND
Haydar Gulçîmen 55 salî ye, û ji Bazarcixa Mereşê ye. Di şerê azadiya Kurdistanê de cih girtiye û ji sermayê hin endamên laşê wî têne jêkirin. Ling û pêçiyên xwe tinene. Li Ewrûpayê dimîne. Di nava gel de weke Heyderê Gazî tê naskirin. Tevî zor û zehmetiyan dev ji têkoşîn û berxwedanê bernade. Li ser xwe û rojên xwe yên gerîlatiyê pirtûkek bi navê “Dema Li Benda Buharê bûn” nivîsiye.
Li Bazarcixê sala 1963´an tê dinê û li gund mezin dibe. Sala 1979´an beşdarî merasîma cenaze ya Mehmed Dirlik ê ji aliyê MHP´ê ve hatî kuştin, dibe û ev bûyer bandorê li wî dike. Di zarokatiya xwe de dixwaze tevlî nav refên gerîla bibe, lê nabe. Li gelek bajarên Tirkiyeyê di înşaetan de dixebite. Di dema darbeya 12´ê Îlonê de bêhtir li rewşê serwext dibe. Bi pêngava 15´ê Tebaxê re û bi şehîdbûna hinek hevalan re sala 1987´an tevlî têkoşînê dibe. Li seha Rêbertiyê dimîne û 1991´ê tevlî nava refên gerîla dibe. Heyder piştî ku di berfê de hinek endamên wî têne jêkirin, li Ewrûpayê di nava xebatên gel de cih digire. Li Ewrûpayê jî ji ber karên xwe yên siyasî li Elmanyayê ji 3 salan zêdetir girtî dimîne. Di nava sazî û dezgehên Kurdistanî de jî cih digire.
Kurtûkurmancî jiyaneke têrûtijî têkoşîn û berxwedan e ya Heyderî. Hevalên wî jê dixwazin ew li ser jiyana xwe binivîse û ew jî li ser vê pirtûka xwe ya bi navê “Dema li Benda Buharê” dinivîse. Heyder ji bo têkoşînê dibêje, meşeke dirêj a bêrawestan e. Ango şêweyekî jiyanê ye. Ji ber vê dibêje, ti car destê min jê nabe; ji ber ku gera li azadiyê ye.