Portugal di rewşa krîzê de xwe kir insan. Serokê welêt Rebelo de Sousa bi konferanseke bi dîmen de di nava vê hefteyê de da zanîn ku ew ê rewşa biyaniyan hemûyan a li welêt qanûnî bikin da ku ji sîgorteya tenduristiyê sûdê wergirin. Li gorî vê her kesê beriya 18’ê Adarê, yanî beriya destpêka rewşa awarte ji ber şewba vîrusa korona hat ragihandin, miracaetî mafê îqametê kiribe, wê bi awayekî otomatîk ev daxwaz bê erêkirin heta herî kêm 1’ê Tîrmehê ew ê ji mafên xwe hemûyan sûdê wergirin, di nava vê de sîgorteyên civakî û tenduristiyê jî hene. Ev yek ji bo penaberan jî lê ye. Wezîrê Karê Hundir ê hikûmeta sosyalîst Eduardo Cabrita ev pakêta hanê ya tevdîran pêşî ragihandibû. Wî gotibû, qanûnîkirina biyaniyan erkeke piştgiriyê bû ji bo hikûmeta wî. Li Portugala deh milyon nifûsa wê heye, 580 hezar koçber dijîn. LÎZBON
Portugalê ya insanî kir