Gerîlayê Elman Bager Nûjiyan (Michael Panser) ji ber bomberdûmana artêşa Tirk jiyana xwe ji dest dabû 14´ê Kanûna par. Piştî ku HPG´ê şehadeta wî ragihand, ew dawiya hefteyê li warê xwe Potsdamê bi meş û mîtîngekê hate bibîranîn. Di xwepêşandanê de dirûşma “Elmanya fînanse dike, Erdogan bombe dike” hate gotin.
Potsdam di heman demê de paytexta Eyaleta Brandenburg a Elmanyayê ye, û ji demeke dirêj ve,, ev cara yekê ye ku malovaniyê li xwepêşandaneke bi vî rengî ya girseyî ya Kurdan û înternasyonalîstan dike.
Organîzatorên xwepêşandana ji bo bibîranînê hevalên Bager Nûjiyan bûn. Çalakiyê bi daxuyaniya çapemeniyê ya li ber peykerê bîrdariyê yê ji bo şoreşgerên şerê navxweyî yê Spanyayê, dest pê kir. Di çalakiyê de beşdaran got, ew ê bibîranîna Bager Nûjiyan her zindî bihêlin. Bavê şoreşgera jin a sala 2013’an li Parîsê hate qetilkirin Leyla Şaylemez, Cûmalî Şaylemez jî li qada çalakiyê axivî.
Li cem alaya PKK ye û nemir e
Girseya gel piştre ber bi meydana Treffpunkt Freizeitê ve meşiya. Çalakger li ber pankarta mezin a li ser nivîsandî “Michael Panser namire” û wêneyê wî yê li pêşiya ala PKK’ê hatibû girtin, dest bi meşê kir.
Di çalakiyê de dirûşma “Elmanya fînanse dike, Erdogan bombe dike” hat gotin. Der barê şerê li Kurdistanê û têkoşîna azadiyê de gelek belavok hatin belavkirin. Tevî Kurdistaniyan her wiha gelek Elman û aktîvîstên ji gelên cuda jî tevlî çalakiyê bûn. Polîsên Elman pankarta ji wêneyê Bager Nûjiyan ji xwe re kir hincet û xwest provokasyonê bike. Polîsan xwepêşandêrek destgîr kir, lê çalakgeran bi berpirsyarî meşa xwe heta pêşiya Meclîsa Eyaletê ya Brandenburgê dewam kir.
Li vê derê jî mîtîngek pêk hat û hevalên Bager Nûjiyan (Michael Panser) li meydana mîtîngê axivîn. Hate bibîrxistin ku Bager têkoşîna azadiyê tercîh kiriye, lewma tevlî nava refên gerîla bûye, lê ji aliyê balafirên şer ên dewleta Tirk ve hatiye qetilkirin. Peyama axaftinan jî yek bû: “Xwedîderketina li rêya wî, meşa li ser rêya wî ye.”
ANF/POTSDAM