Tecrîd di rengekî nû de, di kewneke cûda de berdewam dike. Serokwezîrê Tirkiyê Tayip Erdogan jî, di 14. salvegera 15 Sibatê de, qamtolekê Muamer Guler da kêleka xwe û çû Mêrdinê.

Erdogan li Mêrdînê rû nedît, ji bo dilê xwe xweş bike berê xwe da Midyadê.
Li Midyadê, qamtolekê Muamer Guler wek Kurdekî ku di hiyerarşiya burokrasiya dewletê de bilind bûye nîşan da. Yanî li Tirkiyê tu astengî li pêşiya Kurdan nîne û dikarin bibin her tişt.
Lê Mêrdînê jî, Midyadî jî baş dizanin ku Muamer Guler “misilmênî” ye, yanî dewşirme ye. Diranekî aşê hêrtina kujerî û tunekirina asimilaysonê ye. Ne bi navê Kurdîtî, ne bi nasnameya xwe, wek “misilmên”, wek dewşirmeyekî, bûye diranekî çerxa hêrtinê. Bi vî rengî di pêpêlûkên burokrasiya dewleta îttîhadî de hewa ketî ye..
Pêpelûkên burokrasiya Tirkiyê, “akademiyek îdealîstiya kulavî” ye û  ji îdeolojiya dewleta îîtîhadî tê avdan. Bi gotineke din: Mirovên ku di vê akademiyê de perwerde dibin, bi berçavikên bergîlan lî cîhanê dinêrin. Serokê CHPê Kew Kemal jî, di parlamena Inigîlîstanê de, xwe, zimanê xwe inkar kir û got: “Perwerdehiya bi zimanê zikmakî wê Tirkiyê parçe bike”.         
Bi gotina Siriri Sakik, Kew Kemal Kurdekî reşik e.  Bêguman Muamer Guler jî  Kurdekî reşik e.
Nasnameya Muamer Guler, hîna di walîtiya Stembolê de diyar bû û di burokrasiya “ego, dewlet û zulumkarî”yê de navdar bûbû. Her cûre kiryarên polîs, meşrû didîtin û wek memurê desthilatdariya AKPê jî kar dikir.
Lewma Erdogan xwe bi mînakên pûç û arzan dixapîne.
Di vê pêvajoya ku, Erdogan dibêje, “pêvajoya Îmralî, yan jî pêvajoya çareseriyê”, mirov dilsoziyekê nabîne. Eger bi rastî  pêvajoya çareseriyê be, pêwiste Erdogan ne li Kurdistanê li Ege, Derya Reş, Trakya, Marmara, Antolya Navîn, li Ege û Derya Spî, di nava gelê Tirk de bigere. Pêwiste ne ji gelê Kurd re, ji gelê Tirk re propagendeya çareseriyê bike.
Gelê Kurd, rastî û derew, reş û spî ji hev cûda kirine; aştî û şer jî baş nas kiriye, pêvajoyê jî baş dinirxîne. Lê gelê Tirk hîna dinava çakûç û sidanê rêxistiniya “nijdevanî” ya îttîhadî de tê perçiqandin.
Lê ji sedema ku Erdogan,  hîna ji xîşka dîroka “Yekîtiya Millî a Tirk” derneketiye, pratîzekirina feylesofiya înkar û tunekirinê dimeşîne. Li Ewropa,  bang li desletên Ewropa dike ku êrîşî sazî û kesayetên Kurdên penaber  bikin. Li Enqerê, êrîşî Birêz Ocalan dike û gelê Kurd terorîze dike. Li  bajarên Kurdistanê jî, îdeolojiya yek-yekan diqîre û wek fîlozofê faşîzma kujerî diaxive.
Erdogan, pratîzekirina  feylesofiya  faşîzmê, di demên dawî de li bajarên Kurdistanê diqîre. Di dema hêzên çete û paramilîter îxracî Rojavayê Kurdistanê dikir de, çû Dilok û Rihayê.
Di 14. salvegera 15ê Sibatêde, berê xwe da Mêrdînê. Di pêvajoya qaşo çareseriyê de; Erdogan, ji aliyekî ve  operasyonên bejahî û hewayî dide dest pê kirin, ji aliyê din ve, dagirkeriya siyasî dike pratîkê.   Yanî faşîzma di pratîzekirina terora dewletê de, bi meşrûiyeta kanunên zincîran û di çarçoveya taşarontiya hêzên global de dimeşîne.
Lê ne Erdogan bi tenê, gelek qelemşorên ku weke  tomîstên (parêzvanên felsefeya Azîz Tomas, yan jî papîstên katolîk) derketine holê jî, heman karî dikin.  Ev kulturê taybet yê TirkÎZMê ye, yan jî îdeolojiya îttîhadî ye. Teva jî di kirasê Rosenberg de karên xwe dimeşînin. Teva satuya dîrokî, statuya dewletê, di çarçoveya  statuya sîstema dîktatoriyal, ku navê wê yê din faşîzm e dimeşînin.
Vêce,  ne Erdogan dikare xwe ji vê îdeolojiyê xelas bike, ne Kew Kemal, ne jî Dewlet Bahçelî.  Bi vê mebestê min li jor behsa perçiqandina gelê Tirk di navbera sidan û çakûç de kir. Gelê Kurd heta bi radeyekê xwe azad kiriye û bûye xwedî hiş û ramanekî azad. Lê gelê Tirk hîna di çarçoveya gotinên Azîz Nesîn de,  ji  % 85  dinava nakokiyên erdhejîna “ahmeqî” de dijî. Feylesof û qelemşorên bi stratejiyên li dijî gelê Kurd, tîtra prof.tiyê standine, hevoka Manîfesto; “Têvahiya dîrokê, ji dîroka têkoşîna çînayetî  û pê de ne tiştekî din e” guhertine û di rengê; “dîrok teva, ji dîroka serdariya Tirk û pê de ne tiştekî din e” derxistine pêş.
Bi vê hişmendiyê, AKPe jî, Cemaeta Gulen jî, ji dîroka mirovahiyê dûr in û li derî demê û li derî ademiyetê dijîn. Ev îdeolojiya papîst û tomîst, di komîsyona Destura Bingehîn de jî, xwe nîşan dide.
Bi vê mebestê, mesaja Murat Karayilan ya ji bo mitinga Strasbourgê giring e. Pêwiste her Kurd baş bixwîne û giringiya pêvajoyê baş fêm bike. Ev pêvajo wek xencera ku her du aliyên wê tuj bin e. Bi davik û kemînan dagirtî ye. Serokwezîrê Tirkiyê, di pêvajoya sîstema serokkomartî û sêyemîn car desthilatdariyê de, pelê Qur’anê bi serê rim û şûrê xve kirine û êrîşî gelê Kurd dike.