Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan pêr li Îmraliyê bi birayê xwe Ocalan re hevdîtin pêk anî. Piştî hevdîtina li Girava Îmraliyê têkildarî naverokê ji ajansa me DÎHA'yê re axivî. Mehmet Ocalan diyar kir ku li gel xizmên Şeyhmuz Poyraz û Cumali Karsu di 3 nokteyên lêgerînê re derbas bûn. Mehmet Ocalan, anî ziman ku piştî derbasî hundir bûn 2-3 deqîqe şûnde Abdullah Ocalan ket hundir û wiha got: "Piştî me slav da hev em li ser masê rûniştin. Rewşa birayê bin baş xuya bû. Birayê min ji rayedaran re got 'Çiqas dema me heye?" Got lazim e saetek be, lê rayedaran got 45 deqîqe ye. Rêbertiyê berê pirsa li derve kir. Nerina cemaweriyê ya der barê pêvajoyê de ji min pirsî. Min got tu pêvajoyê ji me baştir dizane. Got hindik be jî ez bi riya çapemeniyê geşedanan dişopînim, lê nerîna gelê Kurd û Tirk a li hemberî pêvajoyê çiye. Min jî got ji sedî 70'ê yê cemaweriiyê erênî li pêvajoyê dinere. Niviskar, siyasetedar jî erênî dinerin. Wî jî got temam ez vê yekê zanim."


'Her tiştî davên ser milê min ev ne rast e'

Mehmet Ocalan, anî ziman ku birayê wî got 'Ez li vir girtiyek im û ez li vir nkarim der barê her tiştî de bibin çareserî. Ez bêjim ez dê wisa bikim û wiha bikim şaş e. Ez dikarim vê pêvajoyê bimeşînim. Lê divê hûn rastiyan ji derve re bêjin. Ez li vir bi îstîxbaratê re axivîm. Dibe ku mirovên bên vir samîmî bin. Ez wan sûcdar nakim. Lê her tişt ne ew in. Hêzên din hene. Ev hêz çiqas bi bandor û dkarin araste bikin. Çiqasî piştgiriyê didin pêvajoyê ez nizanim. Samîmî bin jî heta demekê dimeşe. Ger ku rast pêş bikeve tiştên ku ji destê min bê ez dê bikim. Lê derfetên min jî pir bi sînor in. Her tişt bi min naqede. Her tişt ne di destê min de ye. Her tiştî davên ser milên min. Ev ne rast e. Lê bi destê min de berdin ez dikarin pirsgirêka Kurd çareser bikim. Me bi rêya heyetê poreya em çi difikin, em dikarin çi bikin, dê çawa çareser bibe me pêşkêşî hikûmetê kir. Hikûmet çi navî li vê yekê dike bila bike. Ev rêya çareseriyê ye. Ew dê vê daxwazên min ê çareseriya pirsgirêka Kurd binirxînin. Ez dubare dibêjm ez li vir mahkum im. Derfetên min pir kêm in. Her tiştî li ser min bar nekin. Hûh ner tiştî li ser min bar bikin ez dê nikaribim.' û xwest her kes berpirsiariyê bide ser milê xwe."

'Pêvajo ji aliyê me ve naxetime'

Mehmet Ocalan, da zanîn ku birayê wî Ocalan diyar kiriye ku 2 piyên çareseriyê heye û yek jê Qandîl û yek jî Ewrpaye. Mehmet Ocalan axaftinên birayê xwe Ocalan wiha vegot. "Mirov li wir in. Kesên rêxistinê dimeşînin li Qandîl û Ewropayê ne. Ez li vir nikarim bi rêya çûkan agahiyê ji wan re bişînim Min berê jî gotibû divê Hevserokên KCD'ê û BDP'ê bên. Ger ku ew neyên jî dikarin heyetek din bişînin. Ji bilî BDP'ê heyeta kesên din di navde hene jî dikarin bên. Ew qas navê kesan ne girîng in. Pirsgirêk bi navê kesan çareser nabe. Bila bên em de li ser rê û rêbazên çareeriyê biaxivin. Pêvajo ji aliyê me ve nayê xetimandin. Heta nihakes nehat. Tenê Ahmet û Ayla 40 roj berê hatin. Perçeyekî çaresekiyê Qendil û yek jî Ewropa ye. Perçeyê herî mezin jî gel bi xwe ye. Gelê Kurd û Tirk bi xwe ye. Gelê Kurd û Tirk çi dibêjin. Ev ne pirsgirêka 30-40 salan e. Pirsgirêka 100-200 salan e. Ger ku dixwazin pirsgirêkê çereser bikin bila heyetê bişînin em bi heyetê re niqaş bikin. Divê gel, Qandil, Ewropa nerînê xwe bînin ziman. Ez dubare dibêjim ji o ez fikrê we bêjim ez nikarim bi riya çûkan raman û pêşniyarên xwe ji wan re bêjim. Ez nikarim bi riya çûkan agahiyê bişînim Qandîlê. Divê bi lezgîn heyetek bê. Ez bi wan bişêwirim. Me projeya xwe ya çareseriya pirsgirêka Kurd dahikûmetê. Pêvajo ji aliyê me ve naxetime. Ger ku pêvajo bixetime dê gelê Kurd û Tirk zerarê bibîne. Her kes dê zerarê bibîne. Ji bo vê yekê divê her kes hişyar nêzîk bibe."

Têkiliya komployê û tevkujiya Parîsê

Mehmet Ocalan, destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bal kişand ser qetilkirina 3 jinên Kurd û got: "Li Parisê 3 jinên Kurd hatin qetilkirin. Ev komkujî ye. Niha wekî ku kesek ev komkujî pêk anîbin nîşan dan. Dibêjin ji Sîwasê ye. Nav lê dikin nasnameya wi diyar dikin. Lê kî çi navî lê dike bila bike. Divê gelê me baş zanibe ku ev ji aliyê Gladio û NATO ve pêk hatiye. Bila her kes ba zanibe ku kê ez anîm vir wan ev komkujî pêk anîye. Ev kesan berê 10 caran hatiye Tirkiye û Enqereyê. Ev kes bi kêre hatiye cem hev. Piyvira wî çi bû. Kê plan û projeyên wî amade kirne. Divê her tişt bên ronikirn û lêpirsîn berfireh bibe. Ev komkujiyek pir mezin e. Em vê yekê ji hikûmet û dewletê dixwazin. Kê plana vê projeyê kir divê dewlet û hikûmet vê yekê ronî bikin."

Ji bo gelê Rojava bang

Rêberê PKK'e Abdullah Ocalan, bi rêya Birayê xwe Mehmet Ocalan rewşa gelê Sûriyê jî nirxand û xwest gelê Rojava hişyar tev bigerin. Ocalan da zanîn ku li wir Kurd, Tirkmen, ereb, suryanî û ermenî hene û wiha berdewam kir: "Ez ji hemû gelê wir re dibêjim bila li xwe baldar û hişyar bin. Ez dibîjim bila keda xwe û xwe biparêzin. Ez serhildana gelê Sûriyeyê bi hurmet û rêzdar silav dikim. Ez silav û humetê xwe ji Kurdên Îranê re jî dişînim. Ez hemû gelê me yê di 15'ê Sibatê de li her derê daketin qadan jî silav dikim û hurmetê xwe pêşkêş dikim. Ez ji malbata Şahin Oner ê li Amedê hate qetilkirin re seraxiyê dixwazim."

'Evder ne gul û gulîstan e'

Mehmet Ocalan li ser girîngiya heyet û çûna parêzeran rawestiya û wiha got: "Pirsgirêka Kurd giran e. Ev pirsgirêk dê çawa çareser bibe. Divê parêzer biçin. Ev pirsgirêk çiqas siyasî be ew qas jî hiqûqî ye. Ger ku Mehmet Ocalan biçe wir zêde piştgiriyê nade pêvajoyê. Ji bo vê yekê jî divê heyet û parêzer biçin. Wir ne gul û gulîstan e. Medya pir mezin dide nîşan û berovajî pêşkêş dike. Ev ne rast e." 

DÎHA/STENBOL