Endamê Komîteya Ekolojî û Rêveberiya Herêmî ya KCK’ê Zafer Riha da xuyakirin Îdareya Avahiyên Giştî (TOKÎ) ya ku piştî operasyonên 17’ê Kanûnê yên nelirêtî û bertîlê bêtir hat dîtin ku navenda nîqaşên ranta îhaleyê ye, ji AKP’ê re qadeke mezin a rantê vekiriye û destnîşan kir ku derdorên nêzî AKP’ê ji vê xwarine.

Zafer Riha diyar kir ku projeya veguherîna bajariyî di sala 2003’an de ji aliyê desthilatdariya AKP’ê ve hatiye bicihanîn û got, “Veguherîna bajariyî berhema AKP’ê ye.” Riha da zanîn ku bi vê projeyê xwe re xwestin bi tenê li Stenbolê 800 hezar xanî û qada 5 mîlyon mirovan veguherînine û got, “Ev jî tê wateya bi sed mîlyaran dolarî rant û qutkirina pênc mîlyon mirovan ji qadên xwe yên jiyanê. Du aliyên vê hene. Aliyê vê yekê yekemîn sermaye, yê duyemîn jî rewşa gela ji qadên xwe yên jiyanê hatine dûrxistin.”
Zafer Riha ragihand ku mirov dişibin erdnîgariya lê dijîn û got, “Mirovê çiyayê, mirovê çolê, mirovê çem û destê, hemû xwedî taybetmendiyên cuda ne. Ev taybetmendîn ancax dikarin li qadên jiyana xwezayî dewam bikin. Ev mirovên ku ji gundan koç kirine û li bajaran li huceryên ji 90 metrekareyî hatine ragirtin, ji van taybetmendiyên xwe tên qutkirin. Bi vî rengî civakeke homojen tê afirandin. Polîtîkaya di bin navê projeya veguherîna bajariyî de tê meşandin, yek tîpkirina civakê ye, hewldanên homojenkirinê ye.”

‘Ev proje qirkirina civakê ye’

Zafer Riha da xuyakirin ku di muzakereyên hevparkiya Tirkiye-Yekitiya Ewropayê de hatiye xwestin ku şêniyên gundewarî bên kêmkirin û got, “Li bajaran, ji çand û dîroka xwe dûr wê bikevin têkiliyên bi modernîteya kapîtalîst re. Ev yek jî wê li motorên kapîtalîzmê xwîn û karkerên nû zêde bike. Her wiha cihê wan vala kirine, wê weke qanên nû yên sermayeya kapîtalîmzê werin vekirin. Projeya veguherîna bajariyî ya dewletê di çarçoveya şertên beşdariya li Yekitiya Ewropayê afirand, di cewhera xwe de qirkirina civakê ye.”

Dîroka Kurdistanê têk dibin

Riha diyar kir ku projeya Geliyê Dîcle ya li Amedê û projeyê veguherîna bajariyî yên Mersîn-Akdenîzê rê li ber nerazîbûnên mezin ên civakê vedikin û axaftina xwe wiha dewam kir: “Ev yek pêwendiya xwe bi zanyariya tevgera me afirandiye re heye. Dixwazin Kurdan ji dîroka wan qut bikin. Li Sûrîçî em bêjin projeya veguherîna bajariyî hat pêkanîn. Amed-Sûrîçî dîrokek 5-6 hezar salan a ji Hûriyan heta roja me ya îro ye. Di nava vê dîrokê de împaratorî, koledarî, feodalîzm, Zerduştî, Îslamiyet, Yêzidîtî, gelek komên civakî, aborî û olî hene. Van hemûyan li Sûrîçî şêweyeke têkiliyê ya derûnî û civakî afirandne Bi projeya veguherîna bajariyî re tê xwestin ku ev dîrok û civakîbûn bi temamî ji holê bê rakirin.”

Projeya alternatîf e
Endamê Komîteya Ekolojî û Rêveberiya Herêmî ya KCK’ê Zafer Riha da xuyakirin ku li dijî qirkirina civak û ekolojiyê ew xwedî projeyên bajarên ekolojîk in û got, “Bajarên Ekolojîk, jiyana ahengiyê ya navbera civaka bajar û xwezayê esas digire. Mirovên li bajarên ekolojîk dijîn, yekbûyîna kêrhatî ya bi xwezayê re esas digirin. Pêkhatina hevsengiya bajar û gundewariyê esas digire. Dema mirov Kurdistanê esas bigirin, nîvê gel li gundan, nîvî jî li bajaran dijî. Divê derfetên ji bo mirovên li bejahiyê dijîn werin zêdekirin û hevsengiya aboriyê ya navbera bajar û gundewaran bê afirandin.”



MERVAN ARÎ/ANF/BEHDÎNAN