Dîroknasê Kurd û zimanzan Mehmet Şahîn peyama Ocalan a aştiyê nirxand di diyar kir ku divê mafên hemû gel û netewan li ber çavan werin girtin û ev firsenda ku ji bo çareseriyê hatiye pêşkêşkirin baş were nirxandin. 
Dîroknasê Kurd û zimanzan Mehmet Şahîn bang û peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di Newrozê de kiribû nirxand û diyarkir ku ji bo çanda demokrasiyê divê hemû netew û gelên li Tirkiyeyê li ber çavan werin girtin. Şahîn got: “Li ser vê axa Mezopotamyayê hîn nîjad û çanda dewletê pêş neketibû, gelek civak û komên mirovan di nava hev de bi hevre dijiyan. Piştî aliyê nijadî yê civakî pêş ket, çandên cuda, baweriyên cuda û nasnameyên cuda ketin bin serweriyên dewletê. Feraset û avabûna dewletê hemû nasname, çand, bawerî û rengên cuda yên civakê anîn hemberî hev û kirin dijminên hev. Reng û rûyên cuda kirin anîn hemberî hev û şerê nava wan pêş xist. Li Rojhilata Navîn her tim dewletbûyîn li ser reng û rûyê civakê hat ferzkirin. Her tim xwestin hemû civakan têxin bin serweriya civakê.”
Şahîn, bal kişand ser reng û dîroka Mezopotamyayê û destnîşan kir ku her tim pir zimanî, pir çandî û pir baweriyê rolekî mezin lîstiye û wiha got: “Lê em dibînin ku piştî dewlet ava dibe gelek çand, ziman, nasname û baweriyên heyî yên civakê têk diçin. Gelek dîrok, ziman û nasname tenê navê wan di nava rûpelên dîrokê de mane. Yek ji mînaka vê yekê serdema dewleta Babîlan e. Asurî, Keldanî û Suryanî îro ber bi tunebûnê ve diçin. Axa Mezopotamya ku bûye dergûşa mirovahiyê.”

Asîmilasyon dewam dike


Şahîn anî ziman ku gelê Kurd gelê Kurd her tim li dijî çanda dewletbûnê her tim şerek meşandiye û dewletbûn qebûl nekiriye. Şahîn diyar kir ku polîtîkayên înkar, îmha û bişaftinê hîn jî berdewam dikin û gelê Kurd jî bedelên mezin daye. Şahîn weha dewam kir: “Gelê Kurd ji bo parastina nasname û çanda xwe gelek bedelên giran dan. Gelê Kurd her tim hembêza xwe û deriyê xwe ji gelên cîran ên ketine rewşa zorê vekirine. Di 40 salên dawî de piştî ku şerê Tevgera Azadiya Kurd hat destpêkirin, ev politîkayên înkar û îmhayê yên li hemberî gelê Kurd êdî pûç bûn. Raste hîn ev polîtîka hene, lê bi ser neketin. Dema em zarok bûn digotin yên 7 Êzidiyan ango yên 7 Elewiyan bikujin wê biçin bihiştê. Lê bi têkoşîna Birêz Ocalan ev polîtikayên qirkirina navxweyî hat pûçkirin. Birêz Ocalan Kurdên Elewî, Êzîdî û Suryanî tev anîn cem hev û êdî hemû reng, bawerî û nasname hev li ser vê axê dîsa hembêz dikin. Yekem car hemû Kurdên ku li ser aliyê hemû beşên cîhanê dijîn tên cem hev û yekîtiya xwe ava dikin. Hemû bi hev re ji bo azadiya xwe têkoşînek hevpar dimeşînin. Kesên niha dixwazin axa Mezopotamyayê bi dest bixin divê êdî teqez bi Kurdan re têkevin nava îtîfaqê.” 

‘Biratiya dîrokî projeya Ocalan e’

Şahîn bal kişand ser biratiya gelan a dîrokî û anî ziman ku bi projeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan biratiya dîrokî ya gelan bi ruh dibe û bi jiyan dibe. Şahîn, destnîşan kir ku projeya Ocalan projeya aştî, demokrasî, edalet, çareseriya aştiya bi rûmet û azadiyê ye û wiha got: “Ewil AKP bi awayekî taktik nêzîkî pêvajoyê bû, lê israr û gavên Ocalan ev lîstik û helwesta taktîkî ya AKP’ê xera kir. Divê biratiya gelan a hezar salan li ser bingehekî xurt û rast pêş bikeve. Ger ku dîsa lîstik bên lîstin, Tirkiye wê bedelê wê giran bide. Daxwaza me ev e ku ev pêvajo bi serkeftî bi encam bibe.”


DÎHA/AMED




'Divê leşker vekişin'



Seroka Şaxa Egîtîm Sen’ê ya Semsûrê Hediye Kilinç diyar kir ku ji bo agirbest mayinde bibe û aştî pêş bikeve divê leşker vekişin qişlayên xwe. Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Semsûrê Prz. Osman Suzen jî anî ziman ku ji bo ev pêvajo pêş bikeve divê teqez parazvanên mafên mirovan serbest bên berdan.
Seroka Şaxa Egîtîm Sen’ê ya Semsûrê Hediye Kilinç, diyar kir ku piştî hevdîtinên li Îmraliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Newrozê de banga dirokî kir. Kilinç anî ziman ku Ocalan bi vê bangê ji bo hemû gelan deriyê aştî û biratiyê vekiriye.

Pêwîste gavên berbiçav werin avêtin


Kilinç anî ziman ku ji bo pêvajoya aştiyê pêş bikeve divê dewlet gav biavêje û weha got: “Wate û mîsyona vê bangê gelek mezin û girîng e. Di vê bangê de dixwaze li ser vê axa qedîm gelên qedim dîsa bi hevre di nava aştiyê û edaletê de hev hembêz bikin. Di vê pêvajoya ku hêvî qut dibûn dîsa bi banga xwe hêvî zindî kirin. Divê êdî hevdîtin dest pê bikin û dewlet gavên berbiçav bavêje. Divê êdî dewlet gavên zagonî bavêje û divê hemû mafê gelan û civakê bi zagonan bê mîsogerkirin. Ji bo vê yekê divê meclîs rola xwe baş bilîze. Divê êdî operasyonên leşkerî bên rawestandin. Bila hemû girtiyên siyasî serbest bên berdan. KCK’ê agribest îlan kir. Ev pir girîng e. Divê li hemberi vê yekê hikûmet jî gavan bavêje. Divê leşkeran bikişîne qişlayşên wan. Divê ziman zimanê demokrasi û aştiyê be. Divê êdî birînên civakê bên kewandin û gavên wêrek bên avêtin. Divê meclis rol û misyona xwe ya aştiyê pêk bîne.”

‘Peyam kîlîda çareseriyê ye’


Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Semsûrê Prz. Osman Suzen jî anî ziman ku peyama Ocalan ji bo aştî, raman û felsefeya tevgera gelê Kurd xwedî rol û kîlîdek mezin e û wiha got: “Divê êdî çek nabin rêbaza çareseriyê û li şûna wê dixwaze siyaseta demokratîk û raman pêş bikeve. Li dîjî modernîteya kapitalist, modernîteya demokratik pêşkêş dike. Dixwaze li Rojhilata Navîn peyamên Hz. Musa, Hz. Îsa û Hz. Muhammed ên heqîqetê nû bibe û bikevin meriyetê. Ji bo aştiyek mayinde nexşeya rê pêşkêşî me kir. Kodê çareseriyê û aştiyê di nava van kodên peyamê de veşarî ne. Ji ber vê yekê divê her kes vê peyamê rast û baş bixwîne. Divê van kotên ji bo çareseriya pirsgireka Kurd baş bibîne.”

Suzen bal kişand ser vekişîna hêzên leşkerî jî û xwest ji bo vê yekê dewlet jî gavên pêwîst biavêje. Suzen gavên ku divê werin avêtin weha destnîşan kir: “”Ji bo vêyekê divê rê li pêş siyaseta demokratîk û siyasetmedarên Kurd vebe. Divê êdî rê li pêş xebatên saziyên Kurdan vebe. Ji bo ev pêvajoya aştiyê pêş bikeve û gav bên avêtin divê êdi li hemberî vê gava Ocalan û KCK’ê hikûmet û dewlet jî siyasetmedarên Kurd û parazvanên mafên mirovan serbest berdin. Divê bi vê pakêta 4’an siyasetmedar û parazvanên mafên mirovan serbest bên berdan, rê li pêş siyaseta demokratîk û azadiya ramanê bê vekirin, qedexeya li ser siyaset û ramanê bê rakirin.”


DÎHA/SEMSÛR