Howzan Mahmûd hevdamezrênera The Kurdish Culture Project / Projeya Çandî ya Kurdî ye. Ew çalakgereke mafê jinan e li Londonê. Di hevpeyvîneke berfireh a Conatous News de ew ji rojnamevan Scott Douglas Jacobsen re li ser Kurdan, mafên jinan û mijarên din peyivî.
Howzan Mahmûd destpêka şerê di navbera Iraq û Îranê de ku 8 salan dewam kir, weke bûyereke ew bi ti awayî nikare ji bîr bike, bi nav kir. Sala 1980´yî ew 6 salî bû û Kurdbûn di serdema Sedam de gelekî dibû sedema zilma dewletê li ser malbata wê. Zarokatiya wê heta sala 1991´ê di bin zilm û zora yekê ji rejîmên herî xedar ên serdema modern diqewime û heta roja îro jî bûyerên hingê tesîrê lê dikin.
Ez destekê didim Rojava
Ji bo sedemên çalakgeriya ji bo mafên jinan û dijberiya xwe ya şer jî Howzan Mahmûd dibêje, “ez gelekî dijberê şer im, lewma ew tenê xizaniyê û malwêraniyê bi xwe re tîne. Xaniyan wêran dike, tevahiya jiyanan kambax dike.” Bi her halî ew dibêje, ji ber şert û mercên ew di navê de mezinbûyî, ew ne pasîfîst e û bi bîr dixe ku Kurd timî bûne mexdûrên dagirkeriyê û qirkirinê li ser hev ên fizîkî, çandî û zimanî û wiha dewam dike: “Weke mînak ez destekê didim şerê çekdarî yê Rojava li dijî DAIŞ´ê. Di rewşên wisa de yek tercîha we heye, yan hûnê rahêjin sîlehan yan jî hêzên cinawirî yên DAIŞ´ê dê we bi rê ve bibin.”
Li dijî hilberîna çandî ya baviksalar Navtêdaneke alternatîf
Howzan Mahmûd behsa mijara kuştinên qaşo li ser navê namûsê dike, sinetkirina jinan û zewaca bi darê zorê ji bîr nake û dibêje: “Jinên Kurd li dijî van pirsgirêkan hemûyan şer dikin, di heman demê de ew li dijî dagirkerên mîna DAIŞ´ê jî şer dikin. Ango pirsgirêk ne sînordar in, lê belê diguherin û bi ser bêîstîqrariya siyasî de cureyîn wan zêde dibin.
Li ser Projeya Çandê ku hevdamerzrînera wê ye jî Howzan Mahmûd dibêje, “Tişteke kêm helwêsteke giştî ya zanistî bû ji bo pêdiviya girîng a kişandina balê ya ser cins û femînîzmê û navtêdana hilberîna çandî bû ku baviksalar e û mêr têde hukimran e. Ji ber vê yekê min ev fikr bi çend dostan re minaqeşe kir, ji bo damezrandina platformekê, platformeke destekê bide mirovên xwedî fikrên ne-conformîst û nav di nirxên mihfezekar û paşverû bide. Ev platform cinsa wê/wî çi dibe bila be li her kesî vekiriye... Me biryar da ku em navê Projeya Çandî lê bikin da ku her kesî di nava xwe de bihewîne: çalakger, nivîskar, fîlozof, romannûs, helebestvam û yên din.”
Howzan Mahmûd îşaret bi malpera xwe ya duzimanî ku bi Kurdî û Ingilîzî ye û dibêje, bi Kurdî bêhtir nivîs û gotar hene, belê bi Ingilîzî jî nifşekî nû yê nivîskaran ê baş agahdarbûyî heye, û wiha dewam dike: “Yek ji stûnên girîng ên projeya me ew e ku li navenda wê bîreweriya cinsî û femînîst heye.”