
Endamên Desteya Avakirina Rêveberiya Demî yên Ereb, Suryan û Çeçen destnîşan kirin ku rêveberiya demî projeyeke sivîl û niştimanî ye. Endamên Desteyê diyar kirin ku ji Til Koçer heta Efrînê hemû pêkhateyên li Rojava tên temsîlkirin. Endamên Desteya Avakirina Rêveberiya Demî jaxivîn. Endamê Desteyê yê Ereb Amir Şêx Helûş anî ziman ku projeyek sivîl, niştimanî û demokratîk e û dirêjî da axaftina xwe, "Kesên ku projeya Rêveberiya Demî xetere dibînin, dema ku gelê me birçî û tazî bû û zarokên me di serma zivistanê de diqefilîn, li ku derê bûn. Ev aliyênhan, ji ber ku proje li dijî berjewendiya wane van daxuyaniyan didin. Projeya me ya Rêveberiya Demî ne li dijî zagonên navnetewî ye, projeyeke sivîl, niştimanî û demokarîke. Beriya sal û nîvekê kar û xebatên ji bo vê projeyê tên meşandin. Bi rastî ez matmayî mame çima êrîşî vê projeya demokrasî û biratiya gelan dikin."
'PYDê projeyeke demokratîk pêşkêş kir'
Helûş destnîşan kir PYD heta niha nêzîkatiyekî demokratîk nîşan daye û axaftina xwe wiha dewam kir: “Rastî yek ji qedera Kurdan ewe ku zulim li wan hatine û hemû xebatên wan wekî di çarçoveya parçebûnê de pêk tînên, hatine binavkirin. PYD projeyek Demokratîk ji me re pêşkêş kir û proje li dijî parçebûna Sûriyê ye û nabêjin ku ew herêmek federal dixwazin.
'Jin wê xwedî gotin bin'
Endama Desteya Avakirina Rêveberiya Demî ya Yekîtiya Jinên Sûryanî ya Qamişlo Nezîra Goriyê li ser beşdarbûna jinan diyar kir ku xebatên wan hêj negihiştiye asta dixwazin û got; “Hûn dibînin ku jin di civînan de nûnertiya xwe dikin. Me ji destpêkê ve biyar dabûn ku dê jin ji 35 heta 40 ji sedî nûnertiyê bike û di hemû desteyan de cihê xwe bigirin. Jin di dema berê de nûnertiya civakê dikir û weke Xwedawenda bûn. Niha nûnertiya jinan di nava Rêveberiya Demî negihaştiye ji sedî 40, lê ji bo jin nûnertiyek li ser bingeha xwezaya xwe bikin emê xebatên xwe bimeşînin.”
'Nûnertiya her kesî heye"
Endamê Desteya Bilind ê Çeçen Kamil El- Exter jî destnîşan kir ku ew weke neteweya Çeçen di nava Rêveberiya Demî de cih digirin û destnîşan kir ku ji Til Koçer heta Efrînê hemû pêkhate di nava rêveberiyê de tên temsîlkirin. El Exter got, “Em nabêjin ku em nûnertiya hemû Çeçenan dikin, lê emê hewl bidin nûnertiya hemû Çeçenan bikin. Di vê projeyê de hemû pêkhate hene. Gelek hêz dixwazin Rêveberiya Demî wek xebatek partiyekê nîşan bidin, lê ev ne rast dibêjin. Di nav Rêveberiya Demî de hemû pêkhate û nûnerên hemû beşan hene.
'Gavek pozetîf e''
Serokê Partîya Demokrata Kurd li Sûrîyê (El Partî) Nasredîn Îbrahîm ragihand ku partiya wan avakirina rêvebirîya demkî a Rojavayê Kurdistanê gaveke pozîtîf dibîne û pesnê wê dide. Di hevpeyvînekê li gel Dengê Emerîka de Nasredîn Îbrahîm dibêje ku ew wek endamê Encumana Niştîmanî ya Kurd, ew hêvî dike encumana niştimanî a Kurd bi giştî tevlî rêvebirîya demkî bibin. Îbrahîm got: "Ev projeya Rêvebirîya Demî projeyeke hevbeş ya navbera her du encûmenan (Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê – Encûmena Niştimanî ya Kurd) de bû. Lê heft nûnerên encumana niştimanî ya Kurdî ku bi vê rêvebirîyê berpirs in, ji bo berjewendîyên xwe ev proje îmza nekirin." Îbrahîm dîyar dike ku eger encumena niştimanî ya Kurd (ENKS) birayara tevlîbûna rêveberiya demî nede, hîngê ew wek Partîya Demokrata Kurd wê beşdarî vê rêvebirîyê bibin.
AZÎZ KOYLUOGLÛ/ANF/QAMIŞLO