Şaredariya Artemêtê, bi vê projeyê li ser 9 dolim zevî dest bi çandiya fêkî û sebze dike. Bi vê projeyê, dê 5 jin li ser vê zeviyê debara xwe bike, çandinî û hilberîna baxçe bike. 
Têkildarî projeyê Cîgira Şaredara Artemêtê Kebire Budakbeyoglu, anî ziman ku armanca vê projeyê jinan û axê bigînin hev û êdî jinên bi axê re bibin yek dest bi hilberîn û çandiniyê bikni û debara xwe bi xwe bikin. Budakbeyoglu, destnîşan kir ku jin dê bi destê xwe çandiniyê bikin û bi destê xwe berhemên xwe kom bikin, her wiha dê bi destê xwe vî berhemê xwe li bazarê bifiroşin û her tişt dê aydî jinê be. 

Midûra Polîtîkayên Jinê û Endezyara Çandiniyê Sayime Demiroglu jî anî ziman ku ji bo jinan tev li hilberînê û berhemên axê bikin ev proje ji bo jinan amade kiriye û jin dê di nava vî baxçeyî de dest bi hilberîna bax û baxçe bikin. Demîroglu, destnîşan kir ku ji ber proje nûye wan di destpêkê de li ser 9 dolim zevî dest bi xebatê kirin û piştî pratîkê dê ji nûve projeyê binirxînin û projeyên nû pêş bixin.“ 


 DÎHA/WAN