Projeya nîvco mayî û Komplo
Piştî komploya navnetewî a 15´ê Sibatê ku gelê Kurd weke roja reş bi nav dike, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtina xwe ya yekemîn de bi parêzerên xwe re tevî nirxandina ser komplo peyva "Projeya nîvco mayî" ji bo xebata xwe li ser têkoşîna azadîya jinan bikaranî û ji bo jinan got" min cewherê vê projeyê daye hunê navorka wê tije biken". Yek ji armancên sereke a kompolgeran têkbirina projeya têkoşîna azadîya gelê Kurd û jinan bû ku berêz Ocalan ji her kêlî û her roj li ser kar dikir û dike. Mirov dema ji despêka komploya nevnetewî a 15´ê Sibat û şûn de binêre û bi roja îro re muqayese bike dibîne ku yek stunên ku komplogeran li ser têkbirina tevgera azadî armanc dikir hat pûç kirin, ne tenê hat pûç kirin, îro jinên Kurd li ser projeya ku bi analîzên ser rastîya dîroka berovajî kirî, lêgerîna heqîqet û hurkolîna ser dîroka jinê ku nehatiye nivîsandin, derxistina rastiyan ku ji alî desthiltdaran ve hatiya nixumandin û zindîkirina dinamîzmên cuda a civakê û di serî da jin û ciwan bersiva komplogeran dan. Jinên Kurd ne tenê bi rexneya sistemê têr man, lê bi rexneyên bingehîn re jî bingeha sistemeke alternatîf danîn. Bi analîzkirina civakê, siyasî, îdeolojî û hwd.. zemîn hatin afirandin ji bo statû û cihekî ku jinan heq kirine. Bi gehandina hev a fikir, gotin û çalakî vê projeya jiyanî kirin. Ev êdî ne tenê projeye, ji proje zêdetir gehiştiye asta pergala hevserokî û ev pergal niha bûye hêvîya gelan û jinan, ev pergal di hemû qadên jiyanê de tê dîtin. Jinan bi sistema havserokî wê di nava partî, sazî, rêxistn û şaredariyan de rola pêşengtî bilîzin û pêşengîya jiyana azad bikin. Komplogeran bi komkujiya Parîsê xwestin bigihêjin armanca xwe lê çewa berêz Ocalan, gelê Kurd û tevgera azadî di 15´ê Sibatê û şûnde xwedî li nirxên xwe derket û komplo pûç kir, piştî komkujiya Parîsê jî bersiva pêwist a komplogeran dan. Xwedî li pêvajoya aştî derket ku amura herî bi rûmet a gelane û li hemberî gurkirina şer bi yek dengî xwedî li peyama dîrokî ya Newrozê ya birêz Ocalan derket. Komplogeran ne tenê negehiştin armanca xwe lê tevgera azadiya jinên kurd bi pêşxistina têza jineolojî ev pergal tacîdar kiriye, "projeya nîvco mayî " îro jinên Kurd xwedî partîya xwe a pêşeng, sazî û rêxstinên taybet, akademîyên siyasetê, hûner, çand û yekîneyên parastina jinan li her derekî xwe gehandiye hêz û îradeyeke bê hempa di asta cihanê de. Ev rastî pir eşkere di rojava Kurdistanê de tê dîtin, ji xwe mirov dikare şoreşa Rojava weke nîşana herî berbiçav a pûçkirina komploya navnetewî bibîne. Ev modêla xweserî a Rojava îro ji bo hemû cîhanê bûye modela gelan bo çareseriya hemû pirsgirêkên civakî.