Çîn yek ji welatê ku li ser guzergaha teyrên koçber e, dest bi xebatên avakirina balafirgeh an rewestgaheke teyrên kçober kir. Ji bo vê yekê jî proje hatin pêşkêş kirin. Li gor projeya hate amade kirin wê rewestgaha teyrên koçber a bi navê Buhişta Teyran a Lîngang wê yek ji cihên balkêş ê ji bo parastina ekolojiyê jî be.
Rawestgeha navber a koça teyran wê li bajarê Tîenstîn ê Çînê be. Ev bajarê li ber deryayê li ser rêya koçberiya teyran a Rojhilatê Asya-Okyanûsyayê ye. Li ser vê guzergahê her sal ji 50 milyonî bêhtir teyrê koçber derbas dibe.
Hatiye plankirin ku rawestgah li ser 61 hektarî bê ava kirin. Avakirina rawestgehê mîna balafirekê hatiye plankirin û ji bo danîn û firîna teyrên koçber qadên taybet ên mîna pistan wê cih bigirin. Armanca avakirina vê balafirgehê jî ji bo navberdayina teyrên koçber e. Dîsa ji bo teyrên navber dayine koçberiya xwe demê dermas bikin 20 hektar dasitan jî wê were avakirin.
Ji bo mirovên bixwatin van teyran temaşe bikin jî navendeke serdanê ji bo turistan jî wê hebe. Rêyên gera turistan jî di nava rawestgehê de wê werin bicîh kirin. Lê belê bi şêwazekî ku mirovên serdana rawestgehê bikin û li nav bigerin ji aliyê teyran ve neyên dîtin û deng neçe wan.
Di çerçoveya projeyê de ji bo lêkolînên derbarê cureyên teyrên koçber de her wiha navendek a xabatên zanistî jî wê were avakirin. Tê payin ku proje di sala 2018’an de biqede.
TÎENSTÎN