CAFER CAFO

ANHA/ŞEHBA

Berdevkê Ragihandina Ceyş El-Siwar, Dilşêr Idlibî destnîşan kir ku kaxeza Tirkiyeyê ya di mijara Idlibê de bin ketiye.

Dilşêr Idlibî elaqedarî bûyerên li Idlibê axivî û di destpêka axaftinê de, bi bîr xist ku hêzên navdewletî û herêmî ji destpêka aloziya Sûriyê ve, xebitîn ku aloziyê di aliyê siyasî û eskerî de kûrtir bikin û bixin xizmeta berjewendiyên xwe. Wî got, parêzeha Idlibê niha qada şer a herî germ e.

Idlibî destnîşan kir ku hemû komên terorîst ji Tirkmen, Qewqasî, Çeçen, El-Nusra û DAIŞ‘ê piştî ku ji Dêrazorê reviyan, li Idlibê kom bûn, û bal kişand ser wê yekê ku Idlib erdîngariya herî bi xeter e.

Idlibî her wiha destwerdana Tirkiyê li Sûriyê bi bîr xist û diyar kir ku Tirkiyeyê sînorê xwe ji komên çekdar re vekiriye ku derbasî Sûriyê bibin û got, “Kaxeza Tirkiyê ya di mijara Idlibê de bi ser neket.”

Dilşêr Idlibî di dawiya axaftina xwe de, bang li dewletên têkildarî şerê terorê kir da ku di mijara şerê li dijî terorê de li Idlibê bigihîjin lihevkirinê da ku rê neyê vekirin li ber şewateke bi destê rêjîma Sûriyê.