Weşanên Lîsê ku berê jî ji wêjeya cihanê pirtûk wergerandibûn Kurdî û ew weşandibûn, niha dest bi projeyeke din kiriye. Navê “Cervantes, Projeya Wergerê: 1001 Pirtûk” lê kirine. Li ser vê, Weşanên Lîsê daxuyaniyek belav kir. Hem ji ber girîngiya projeyê û hem jî ji ber ku wê asoyên nû li mejiyên Kurdîxwên veke û muhtemelen li ber wêjeya Kurdî jî, em vê daxuyaniya Gerînendetiya Weşanxaneya Lîsê diweşînin:

Cervantes; Projeya Wergerê 1001 Pirtûk

“Nivîskar wêjeya neteweyî diafirînin, lê wergêr wêjeya navneteweyî diafirînin.”

Jose Saramago

Werger amûreke sereke ya hevnasîna çand û nasnameyan e û neynikeke paqij a rengvedana mîrata mirovî ya gelan e, ji ber vê sedemê, her dem werger bûye penageha xurtkirin, rûniştandin û dewlemendkirina ziman, çand û wêjeyê.

Her çendî zimanê Kurdî zimanekî dêrîn, zengîn û xwedî zargotineke têrûtijî û pirreng e jî, lê pirtûkxaneya Kurdî di her warî de derdê xizanî û qelsiyeke dijwar dikişîne. Ev xizanî bandoreke neyînî û xerab li pêvajoya standardkirin, bipêşvebirin û rûniştandina zimanê Kurdî dike û ziyanê digihîne derfetên avakirina wêjeyeke Kurdî ya nûjen û cîhanî, ji ber ku berbelavkirina wêjeya miletekî û danîna hîmê çand û wêjeyeke pêşketî xwe dispêre sûdwergirtina ji hêçanên çandên cihêreng û dan û standina çandî û wêjeyî.

Stûna bipêşvebirina zimanê Kurdî

Ji sala 2004’an a damezirandina Weşanxaneya Lîsê ve, her dem wergera ji zimanên cihêreng ên cihanê bûye derdê sereke yê Lîsê, çi ku bawerî û hizira Lîsê ew e ku tenê wergera bikêrhatî dikare pêşengiya wêjeya Kurdî bike û stûna bipêşvebirina zimanê Kurdî rake.

Li ser bingeha vê têgihaştinê, Weşanxaneya Lîsê dest bi Projeya Cervantesê ya Wergerê dike. Armanca projeyê ew e ku 1001 pirtûkê ji zimanên cîhanê wergerîne zimanê Kurdî, raberî xwînerên Kurdiyê bike û bike malê zimanê me yê şîrîn.

Peyama Projeya Cervantesê ya Wergerê

Ev proje bi destpêşxerî û alîkariya hin nivîskar, wergêr û xebatkarên xwebexş ên ziman û wêjeya Kurdî hatiye destpêkirin û hêvî ew e ku gav bi gav gelek wergêr û hezkerên zimanê Kurdî li xwe bigire, ji ber vê yekê, peyama Cervantesê ji bo raya giştî, nivîskarên cihanê û wergêrên Kurdiyê heye.

Cervantes ji raya giştî, xwîner, sazî û dezgehên Kurdî û cîhanî hêvî dike ku bi her rengî destekekê bidin vê projeyê. Ev proje mîna zarokeke çûçikanok e û pêdiviya wê bi alîkariya darayî (madî) û arişî (manewî) heye, îcar hêvî ew e ku her kes xwedî li vê projeyê derkeve da ku ev proje dergeh li pêş dewlemendkirina zimanê Kurdî veke û çavên her kesî bibe ser girîngiya xwedîderketina li ziman û çanda gelê Kurd.

Cervantes her weha ji nivîskarên cîhanî hêvî dike ku wergirtina mafên danîna berheman hêsan bikin û li pêş bipêşvebirina tevgera wergera bo zimanê Kurdî nebin kelem da ku Kurdî bi hemû zimanên cîhanê bixwîne û Kurd karibin çandên cuda cuda yên cîhanê bi zimanê bav û kalên xwe bixwînin.

Cervantes her dawî ji hemû wergêr, hezker û xebatkarên Kurdiyê hêvî dike ku bi ked û hevkarî ji boyî vê projeyê bixebitin û zimanê Kurdî ji dafika xwedubarekirin û asêkirinê rizgar bikin da ku Kurdî karibe xwe li meydanên celeb celeb biceribîne û zengînî û rewanbêjiya zimanê Kurdî di rêya werger û jinûveafirandinê derkeve holê û Kurdî hino hino ber bi asta cîhanî ve biçe. Daxwaza me ew e ku hemû wergêr û xebatkarên Kurdiyê dest biavêjin pênivîsên xwe û dest bi wergera ji hemû çand û wêjeyên cihêreng bikin û destekekê bidin Projeya Cervantesê ji boyî ku em vê xebatê bi hev re bibin serî.

Ji ber ku Kurdî nasname ye, ji ber ku Kurdî mîrateke neteweyî û mirovî ya hêja ye, ji ber ku Kurdî kulîlkeke bi hilm û bêhn a vê gulistana çandan e; werin em xwedî li kulîlka xwe derkevin û axa wê ava bidin.

NAVENDA NÛÇEYAN