Projeyên çandiniyê ber digirin
LÎNA CAGÎR
ANHA/QAMIŞLO
Li navçeya Girkê Legê ya herêma Cizîrê, ev 5 sal in li pey hev projeyên baxçeyên sergirtî him ên zivistanî û him jî yên havînî bi serkeftî bi encam dibin, berhem sûkên navçeyê bi her cure zebze geş dike, her wiha beşek mezin ji pêwîstiya bazarê bi cih tîne.
Projeyên baxçeyên sergirtî ne tenê di zivistanî de pêkan in, lê di destpêka biharê de jî dest pê dike û berhemên wan havînî tên berhevkirin.
Li navçeya Girkê Legê, firehiya qada baxçeyên sergirtî ku bi sebzeyên wekî xiyar, firengî, bacanên reş, kundir û hwd. hatiye çandin gihaşt 37 diniman. Berhemên baxçeyên sergirtî ev hefteyeke ketine bazarê.
Di çarçoveya firehkirina qada baxçeyên sergirtî de yekem tecrûbe ji bo demsala havînî 12 dinom bi zebeş û petêx hatin çandin. Berpirsên projeyê hêviya serketina projeyê dikin. Projeya baxçeyên sergirtî ji aliyê 15 karkeran ve ku piraniya wan jin in, ve meşandin.
Endezyer derman dikin
Endezyera çandiniyê Bêrîvan Xelef tekez kir ku endezyer ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê, nimûneyan ji berheman dibin, lêkolîn dikin û ji bo rê girtina li ber belavbûna nexwşiyan, dermanên pêwîst li berheman dikin.
Her wiha reyadarên projeyê bi hêvî ne ku projeyên baxçeyên sergirtî pêwîstiya bazaran bi cih bîne û buhayê zebzeyan kêm bike.