Berî her tiştî bi rêzdariyekî mezin bejna xwe li ber dayîk, bav û malbata hevalê xwe Mihemed Tunç ditewînim û sersaxiyê ji wan re dixwazim. Gelê Botan û malbata Mihemed bi dirûşma sozdariya wesiyeta wî: “Gelê Botanê bi te şanaz e’’ ew spartin hembêza axa Botan. Helbet dive gelê Kurd û nexasim gelê Botan tenê ne bi dirûşman qewîtiya wî bînin cih û wî bi bîr bînin, divê gotinên heval Mihemed bi ked û nirxekî mezin werin ristin û zîncira azadiyê pê were çêkirin.
Hevalê Mihemed hevalekî kedkarê rêya azadiyê bû, temenê ciwaniya xwe di rêya berxwedanê de borand. Ji serok navçetiyê em bigirin, heta hevserokatiyê meclisa gel ewî cihê xwe di çeperên berxwedanê de digirt. Her wiha nêzî çar salên xwe ji doza ‘KCK’ê’ di zindanê de derbas kir. Di çar zindanên lê mayî de ez bi xwe pêre bûm û min kesayetiya wî ya bi doza azadiyê re girêdayî ji nêz ve didît. Evîndarê xwendin û nivîsandina Kurdî bû. Kesayeteke fedekar û dildar pê re hebû. Dema ji zindanê derket jî xwe ji tekoşînê dûr nekir û bêguman cihê xwe di nav berxwedana rêveberiya cewherî de girt. Cesereta wî her tim hêz dida me hemûyan, dema diaxivî mirov rehetî jê bawer dikir û pê re dibû heval. Ango rêhevalekî rast û bi coş bû. Ez çiqas qala hevalê xwe yî şehîd bikim jî ez ê nikaribim teybetmendiyên wî tarîf bikim û bi dawî bikim. Ji bo ku hevalekî pirreng bû.

 

Prometheusê gelê xwe bû


Li ber dilê min û gelê Botan hevalê Mihemed Prometheusê gelê xwe bû. Di kesayetiya wî de her tim lêgerîna ronahiyê hebû û wî tu caran zîncirên koledariyê qebûl nedikir. Di gotinên xwe yê herî dawî de jî zîncirên tîranan qebûl nedikir û bi serbilindî li hemberî erîşên tîranan di sekinî heta ku gihîşt şehadeta pîroz.

 

Li hemberî zaliman serî neditewand


Promertheus lehengê mîtolojiya gelê Yewnan e. Prometheus ji bo gelê xwe ronahî dixwest û li hemberî tîranan serî neditewand. Ji bo ku ronahiyê li gelê xwe belav bike agir ji destê sertîran Zeus derdixe û li gel belav dike. Li hemberî vê Zeus Prometheus dîl digire û wî li lûtkeya Çiyayê Qafqas ve bi zincîran girê dide. Zeus bazekî xwe peywirdar dike ku her roj kezeba wî bi xwe û hedî hedî wî bikuje… Lê belê kezeba Prometheus li hemberî zilmê her roj dîsa çêdibe û li hemberî zilmê Prometheus li ber xwe dide. Piştî demekî dirêj Prometheus zîncirên tîranan diqetîne û rizgar dibe. Berxwedana Prometheus ji bo ronahiya heqîqetê ser dikeve û agir ligel belav dike. Ev çîroka Prometheus bi gelek şîroveyan tê ziman lê ya herî rast ew e ku mirov têkoşîna rêya heqîqetê jê fêm bike ye!

 

Rêya ronahiyê bijartibû


Rêheval Mihemed jî yek ji kesayeta Prometheus e. Wî jî rêya ronahiyê bijartibû û ji bo ku gelê xwe bigihîne heqîqetê ditêkoşiya heta kêliyên xwe yî dawî. Ewî jî ji bo ku mafê gelê Kurd ji destê tîraniya dewletê derbixe têdikoşiya. Çend caran wî zîncirên tîraniya dewletê qetandin û koledariya tîranan qebûl nekir. Car caran bi dengê xwe, car caran bi bedena xwe û car caran jî bi Rêbertiya xwe li hemberî tîranan disekinî û mafên gelê Kurd ji tîranan stand.

 

Şoreşgerê rêveberiya xweser


Mihemedê Prometheus herî dawî bû şoreşgerê rêveberiya xweser û ji bo avakirina xweseriya gelê Botanê di nav rêveberiya bajarê Cizîrê de di eniya herî pêş de cihê xwe girt. Ew kolan bi kolan di nav bajarê Cizîrê geriya û hemû kesê Cizîrê re dida û distand. Kolan bi kolan, komun bi komun û tax bi tax wî pergala xweseriya demokratîk bi rêhevalên xwe re ava dikir. Car caran dibû mamoste û perwerde dida gel, car caran dibû karker û di nava rêxistinkirina gel de cihê xwe digirt. Prometheus çawa ji bo gelê xwe dixwest û têkoşiya, hevalê Mihemed jî her tim di nava gelê xwede di têkoşiya.

 

Li hemberî tîranan serî netewandin


Mihemedê Prometheus dema ji bo azadiya gelê xwe têdikoşiya rastî xezeba tîranan hat. Cara destpêkê tîranan Mihemed di zindanê de zîncir kirin û xwestin wî bikin xulamê pergalê. Lê belê rêheval Mihemed zîncirên tîranan qetand û ji zindanê derket. Vê carê tîranên dewletê hêzên xweyî tarî şandin ser bajarê Cizîrê û xezep li Cizîrê barandin. Hevalê Mihemed dîsa serî netewand û li hember qedexeya tîranan kolan bi kolan di nava gelde dixebitî. Tîranan bajarê Cizîrê dan ber top û tangan û xwestin bajarê Cizîrê bi mirovan ve bişewitînin û wêran bikin. Lê belê rastî berxwedana gel hatin û gel nekarîn pêşde herin. Hêzên reş ên tîranan bi hemû kirêjiya xwe berê çekên xweyî giran dida ser berxwedêrên Cizîrê. Yek ji wan berxwedêran jî hevalê Mihemed bû û li hember hêzên reş serî neditewand. Herî dawî heval Mihemed digel çend hevalê xwe yê birîndar xwe li jêrzemînekî de cih kir û ji bo hevalê xwe yê birîndar gazî gelê xwe û raya giştî kir. Lê belê li hemberî hemû hewldanên heval Mihemed hêzên reş ên tîranan rê nedan ku kesek here û wan birîndaran bîne nexweşxanê. Berevajî vê hêzên tîranan xwestin ew radestî tîranan bibin. Lê belê heval Mihemed û hevalên wî radestbûn qebûl nekirin û li hember tîranan serî netewandin. Li hemerî serbilindiya berxwedêran hêzên tîranan çav sor bûn û bi hemû hovîtiya xwe êrîşî heval Mihemed û hevalên din kirin, bi rojan avahiya ku lê diman bombebaran kirin û ew bi dîl înfaz kirin. Hovîtiya wa ji înfaza wan jî têr nebû û tev bi benzînê şewitandin. Heta niha jî hêj gelek cenazeyên wan nehatine naskirin.

Wekî ku min li jor jî gotî her çiqas ez qala hevalê xwe Mihemed bikim jî ezê nikaribim kesayeta wî ya şoreşger biqedînim. Ji xwe ewî bi xwe di van çend mehên dawî de sekna xwe yî şoreşer şanî hemû gelê Kurd kir. Pêwîst e sekna kesayetên şoreşger ji me tevan re bibe rêber û rêya ronahiyê. Heval Mihemed û Prometheus çewa zincîrên tîranan qetandibin dê gelê Kurd jî bi berxwedana xwe ya cewherî zincîrên tîranan bi qetîne û bigihêje azadiya xwe.



MÎRZA RONÎ