
QEREÇÛX ENWER / ROJNEWS / HEWLÊR
Berdevkê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiya Herêma Kurdistanê, Şîrwan Zirar diyar kir ku ji 17’ê Cotmehê ve propagandaya ji bo hilbijartinên Herêma Kurdistanê dest pê dike.
Berdevkê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiya Herêma Kurdistanê Şîrwan Zirar doh li avahiya Komîsyonê ya li Hewlêrê têkildarî hilbijartinên parlamena Herêma Kurdistanê û serokatiya Herêma Kurdistanê daxuyanî da.
Berdevkê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiya Herêma Kurdistanê Şîrwan Zirar diyar kir ku wan ji berî niha 15’ê Cotmehê ji bo destpêkirina propagandaya destnîşankirîbû, lê du rojên din ji ber dirêjkrina dema pêşkêşkirina navên namzetan li ser ve hatiye dirêjkirin. Zirar got, 17’ê Cotmehê wê propaganda destpê bike.
Zirar têkildarî amadekariyên ji bo hilbijartinê jî got; “Îro (doh) me cihên navên partî û lîsteyan ên li pisûleyên dengan de eşkere kirin. Ev partî û lîste dikarin ji dema hatî diyarkirin de dest bi propagandayê bikin. Hêvîdar im ku wê heta 1’ê Mijdarê amadekarî bi dawî bibin. Komîsyon kar li ser dike. Hêvîdar im ku hemû alî rêziknameya komîsyonê pêk binîn.”
Komîsyon berpirsiyar e
Şîrwan Zirar bal kişand ser bipaşxistina hilbijartinan û got; “Weke Komîsyon em piştrast dikin ku bi hemû rengî em amade ne ji bo hilbijartinan. Li gorî bernameya li ber destê me ye. Ji derveyî desthilatê, her desthilatek bixwaze demê wê dirêj bike, ew bi xwe berpirsyar in. Ji bo dirêjkirina dema hilbijartinê yan pêkanîna hilbijartinê weke komîsyon em berpirsyar in.”
Berdevkê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiya Herêma Kurdistanê Şîrwan Zirar herî dawî got; “Heya niha tenê Heme Reşîd Tofîq (Ji Tevgera Goran) ji bo serokatiya Herêma Kurdistanê navê xwe tomar kiriye. Ew jî ji ber ku di dema xwe de serî li komîsyonê nedaye, me dosya wî pêşkêşî Encumena Şûra kir, heya niha wan jî biryar nedaye. Dema ku Encumena Dadweriyê ew biryar ji me re hat yekalîkirin, em ê biyara xwe li ser bidin.”