PERVÎN YERLÎKAYA / DENIZ BABIR / ANF / STRASBOURG
Greva birçîbûnê ya li pêşiya Parlementoya Ewrûpayê (PE) îro di roja 5´an de didome. Parlementera ji Îrlandayê Martina Anderson û femînîsta ji Îtalyayê Eleonara Forenza çûn serdana çalakiyê û bêdengiya welatên Ewrûpayê şermezar kirin.
Çalakger ji bajarê Lahrê doh jî çûn pêşiya avahiya PE´yê ya li Strasbourgê. Di çalakiyê de Fermandar Egîd (Mahsûm Korkmaz) jî hate bibîranîn.
Çalakgerên jin jî li pêşiya Parlamena Ewrûpayê bêdengiya saziyên PE û CPT’ê şermezar kir.
Parlementera ji Îrlandayê û ji Komîteya Jinan a PE´yê Martina Anderson û femînîsta ji Îtalyayê Eleonara Forenza çûn serdana çalakiyê, peyamên piştgiriyê dan çalakgeran.
Anderson jî bêndegî şermezar kir
Anderson got, “Em piştgiriyê didin vê çalakiya we ya mafdar. Beriya bi 3 hefteya ez çûm serdana Leyla Guvenê jî. Ez baş dizanim grevên birçîbûnê ji bo çi tên kirin. Di grevên birçîbûnê de 11 hevalên me jiyana xwe ji dest dan. Ez 11 salan di girtîgehê de mam ji ber vê jî ez dizanim ev hesteke çawa ye. Ji ber vê jî ez piştgiriyê didim têkoşîna we û ez bêdengiya welatên Ewrûpayê şermezar dikim.”
Femînîsta ji Îtalyayê Eleonara Forenza jî li vê derê axivî û got, “Em ji we hînî konfederalîzmê bûn û em jinên femînîst deyndarê we ne. Beriya bi 2 hefteya em bi çalakger Dîlek Ocalan re jî civiyan. Di serî de PE, ez bêdengiya li hemberî grevên birçîbûnê şermezar dikim.”