Li paytexta Ingilistanê Londonê Kurdan û parlamenteran, tecrîdkirina Ocalan û biryara DYE´yî li dijî rêveberên PKK´ê şermezar kir. Doh çalakger li ber parlamena Ingilistanê civiyan û ji Partiya Karker jî Lloyd Moyle Russell, ji Partiya Neteweyî ya Skoçyayê Chris Williamson, ji Sinn Feinê parlamenter Francie Molloy, wekî din Lord Hilton, rahib Joe Ryan û bavê şehîda YPJ´ê Anna Campbell, hunermend û siyasetvan Dirk Campbell jî destek da çalakiyê.

Li welatê Galê jî çalakî

 

Kurdistaniyan li paytexta Welatê Galiyan, Cardiffê, tecrîdkirina Ocalan protesto kir. Çalakî li ber parlamena Welatê Galiyan çêbû. Kurdistaniyan weke îtaetnekirina sivîl, qederê nîv saetê ketin û derketina ji avahiya parlamenê asteng kir. Kurdistaniyan biryara DYE´yê li dij rêveberên PKK´ê jî rûreş kir û çalakiya xwe bi gotina sloganîn “PKK gel e, gel li vir e” bi dawî kir. 

 

LONDON/CARDIFF