Di plana aşitiyê ya Yekîtiya Ereb de ‘diyaloga di navbera hikûmet û muxalîfan de, şandina şanda çavdêran a ji aliyê Yekîtiya Ereb ve, rawestandina tundiya li Sûriyeyê, vekişîna leşkeran ji nava bajaran û serbestberdana kesên ku di bûyerên dawîn ên li Sûriyeyê de hatine girtin’ hene.
Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Welîd Muallîm li paytext Şamê civîneke çapemeniyê li dar xist û diyarkir ku wana li ser esasê ku di pêkanîna guhertinên di protokolê de yên ji aliyê Sûriyeyê ve hatine daxwazkirin, protokol îmze kiriye. Muallim got; “Ger di protokolê de guhertin pêk nehatiba, me jî îmze nedikir.”
Mûallîm destnîşan kir ku ew çareseriyeke siyasî dixwazin û got; “Îmzekirina protokolê destpêka hevkariya ligel Yekîtiya Ereb en. Em çavdêrên Yekîtiya Ereb silav dikin.” Mûallîm herî dawî ragihand ku desthilatiya Sûriyeyê di protokolê de hatiye mîsogerkirin.
Kuştin didomin
Di nava van hewldanên Erebî ên lêgerîna li çareseriyê de bi sedan kesên sivîl hatin kuştin.
Roja yekşemê 24 kes bi destê hêzên ewlekariyê hatin kuştin di nava wan de 2 jin û zarokek jî hene. Di van mihletên ku Yekitiya Ereban heta niha daye rejîma Sûriyeyê de 771 kes hatine kuştin, piraniya wan li bajarê Humsê.
Wezîrê Karê Derve yê Iraqê Hoşyar Zêbarî got, “Ji bo ku şîdeta li Sûriyeyê bi dawî were di nêz de wê hewldana Iraqê têkeve dewreyê.”
Li gorî nûçeya AFP’ê ji Konseya Neteweyî ya Iraqê Felah el Feyyad daxuyaniyek da û di daxuyaniYê de destnîşan kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka di navbera xelkê Sûriyeyê de bi dawî were bi sekreterê Yekîtiya Ereban Nebîl el Erabî re hevdîtin pêk anîne Û hevdîtin erênî derbas bûye. Feyyad destnîşan kir ku ew ê çarçoveya hewldanên Iraqê ji hemû aliyên Sûriyeyê re vebêje û li gorî wê tevbigerin.
Heyetek bi serokatiya Feyyad do çûbû Şamê û bi Beşar Esad re hevdîtin pek anîbû. Di hevdîtinê de helwesta Iraqê ya aştiyane ji Esad re vegotibû.
Konferansa Tunusê
Ji aliyekî din ve li Tunusê konferansa Civata Nîştîmanî ya Sûriyê (Meclisa Stenbolê) bi beşdariya zêdetirî 200 kesên dijber, hiqûqna, çend balyozên Ereb, çalakvanên mafên mirovan û dibin serokatiya Burhan Xelyûn dest pê kir.Li gorî daxuyaniyan di vê kondferansê de dê lir yên guncav ên çareseriyê were gerîn û nêzîkayên muxalifên Sûriyeyê werin nirxandin. Konferans hewl dide karê xwe yê rêxistinî û rêbaza derkirina biryara di nava civatê de bi rêxistin bike.
Burhan Xelyûn di daxuyaniyekê çapemeniyê de got: “Ew ji bo veqetandina parastina navneteweyî ya ji bo welatiyên sivîl ku heta niha rojane tên kuştin, di nava hewldanê de ne.”
ŞAM