Berîya niha 31 salan weke doh balafirên rejîma Baas ya Iraqê bajarê Serdeşt ê Rojhilatê Kurdistanê û gundên derdora wê kîmyabaran kirin. Di encamê de 110 welatî şehîd bûn û zêdetirî 8 hezaran jî birîndar bûn.
28’ê Hezîrana 1987’an roja Yekşemê saet 16:30’ê balafirên rejîma Baas li ser bajarê Serdeşt ê Rojhilatê Kurdistanê 7 caran bombe barandin. Du bombe li nava bazara bajêr ketin. Du bombeyên din li tax, 3 bombe jî li gundên derdora bajarê Serdeşt dan.
8 hezar û 25 kes birîndar bûn
Bombebarana Serdeşt di dema şerê Iraq û Îranê de rûdabû. Rejîma Baas bi hinceta bombebarana hêzên Îranê navenda bajarê Serdeşt bombebaran kir. Ev bombebaran di demekê welê de bû ku bajarê Serdeşt bi xwe li dijî rejîma Îranê di nava têkoşînê de bû. Li gorî bîlançoyên fermî ji 12 hezar niştecihên bajarê Serdeşt, 8 hezar û 25 kes birîndar bûn. Ji birîndaran tenê tedawiya 300 kesî hate kirin.
Birîndarên din li gundên derdora Serdeşt ji ber jehrîbûna hewayê pêwîstiya wan bi tedawiyê hebû. Hezar û 500 kes ku bi giranî birîndar bûbûn û pêwîstiya wan bi tedawiya lezgîn hebû, lê ji ber nehatin dermankirin ji wan 130 birîndaran jiyana xwe ji dest da.
Zarok hê jî seqet tên dinê
Di nava 31 salên borî de jimareya mezin a birîndaran ji ber êş û nedermankirinê jiyana xwe ji dest dan. Gelek kes jî bi birînên xwe hê dî dijîn. Li aliyê din aliyên neyînî yên nexweşiyên ji ber kîmyabaranê çêbûne, derbasî zarokan dibin û dibine sedema seqetbûna zarokan. Ev jî tê wateya ku her sala diçe êşa Serdeşt nû dibe û hîna jî nehatiye dermankirin.
Cîhanê lê temaşe kir
Kîmyabarana Serdeşt li ber çavê civaka navnetewî hate kirin. Lê tenê yek helwêst jî li dijî çênebû û bêdeng mane. Rejîma Îranê jî pêşî li bombebarana balafirên rejîma Baas a ser Kurdan negirt. Bêdengiya civaka navnetewî li hemberî kîmyabarana Serdeşt û weke pêştir a bajarê Bane, ew cesaret da ku rejîma Baas di sala 1988’ê de bajarê Helebce kîmyabaran kir û komkujiyeke mezin li ser Kurdan pêk anî. n NAVENDA NÛÇEYAN