Psychology Kurdî bi hejmara xwe ya 4´an derket. Hejmara ji bo meha Mijdar û Kanûnê li ser mijara ziman û derûniya perwerdehiyê ye. Di hejmarê de hevpeyvînek bi Deham Ebdulfettah re heye ku bi tecrûbeyên xwe yên zimannasî û lêkoleriyê dibêje, zimanê mirov pê dipeyive, parçeyekî mirov bi xwe ye. Derûnnas Darius Winzer jî li ser zimanê zikmakî dibêje, „Peyv kevirê dîwarên mala me ne. Mala me jiyana me ye. Luqman Guldivê behsa tecrûbeyên erênî û helwêstên beramberî zimanan kiriye û dibêje, “Tecrûbeytên erenî yêîn zarokan di warê zimanê wan ê dayikê de heyatî ne di warê helwêsta wan a beramberî zimanê wan de ku ew jî bi xwe heyatî ye di warê parastina wî zimanî bi xwe de.” Jan Îlhan Kizihlan jî li ser mijara trawmayê û bihurîna wê ya jhi nifşan û wêde dike, ango dibêje, “birînên bav û kalan nayên jirbîrtirin”.  


NAVENDA NÛÇEYAN