Kovara Emerîkî ya ku di warê siyaseta karê derve de şîretan li birêveberiya DYE´yê dike, Foreign Policy, di hejmara xwe ya nû de 3´yê Îlonê, gotareke Henri J. Barkey weşandiye. Barkey dibêje, “Serokên Tirkiye û Rûsyayê her diçe bêhtir xwe nêzî hev dikin, lê yek ji wan bi zelalî alfa (xurt, mezinê keriyekê) ye.”

Di gotarê de nivîskar gotareke beriya niha ya hevkarê xwe Steven A. Cook bi bîr dixe ku gotibû, Tirkiye li ber defa xwe Washingtonê direqisîne (gotin bi gotin weha gotibû, Tirkiye weke fîqekê li Washingtinê dide). Cook hingê gotiye, bi kombînasyoneke ji gefxwarin, blof û qarewaran Erdogan karî bike ku DYE bi planekê bê da ku pêşiyê lê bigire ku Tirkiye Bakurê Sûriyê dagir bike. Li gorî Cook ev plan û lihevkirin jî li zirara Kurdan bûye.

Nivîskarê vê gotara nû jî îdîa dike ku Erdogan belkî Washington razî kiribe, lê herçî Pûtîn e, kiriye ku Erdogan tenê karibe li ber defa wî bireqise. Bi vê jî îşaret bi serdana Erdogan a Moskovê dike, ya ku Pûtîn berfeşîr îkramî Erdogan dikir. Nivîskar dibêje, Putîn karî her tişta dixwest bi erdoganî bike û kir ku Washington Tirkiyeyê ji bernameya F-35´an jî derêxe. Barkley li ser mijarê dibêje, “Pûtîn Erdogan aniye wê deverê ku ew dixwaze Erdogan lêbe. Ew dizane ku Erdogan wê newêribe rexneyan li wî bigire. Erdogan û minyonên wî yên di hikûmetê de wê karê xwe dewam bikin û DYE´yê weke dijminê sereke yê Tirkiyeyê reş bikin. Dibe ku Erdogan Washingtonê li ber defa xwe bireqisîne, lê yê ku dikene û pişte zik diqulibe jî Pûtîn e.”

 

 WASHINGTON