Serokwezîrê Rûs Pûtîn ji rojnameya fermî Rosiyskaya re axivî û diyar kir ku divê ew bersiva bersiva bicihkirina mertalên fuzeyan ên ji aliyê DYA û NATO’yê ve bidin. Pûtîn got; “Ev serdem dihêle ku divê polîtîkayên welêt ên hewa û fezayê werin xurtkirin. Polîtîkayên DYA û NATO’yê yên têkildarê mertalên fuzeyan berê me dide tişteke wiha.”
Pûtîn ku namzedê Serokdewletiyê ye, diyar kir ku ew ê ji bo hedefa xwe ya vê çekdarbûnê bi giştî 12 trîlyon ruble (590 trilyon euro) bêne şandin. Pûtîn got; “Divê em artêşeke nû ava bikin. Divê artêşek nûjen be û bikaribe di her kêliyekê de tevbigere” û wiha berdewam kir; “Her roj, em dibînin ku şerên herêmî diqewimin. Li herêmê koas û nearamî her roj zêde dibe.”
Pûtîn bi van gotinên xwe welatên Rojavayî kir hedev û bal kişand ser “xirabûna” rêgezên hiqûq navneteweyî. Pûtîn diyar kir ku Rûsya dê ji bo çareseriyê tenê rêbazên dîplomatîk û aborî bes nebîne û diyar kir ku divê kapasîteya leşkerî ya Rûsyayê were berfirehkirin.

ANF/MOSKOW