Kongre li Navenda Çand û Hunerê ya Waşokanî ya Serêkaniyê bi beşdariya 200 delegeyên Til Temir û Serêkaniyê, nûnerên partiyên siyasî û saziyên civakî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.

Piştre li ser navê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-Dem), Saziya Malbatên Şehîdan, Partiya Çep a Kurd li Sûriyê, Partiya Yekîtiya Demokrata Kur d li Sûriyê (PYDKS), Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (baskê Nesredîn Îbrahîm), Rêxistina Yekîtiya Star, Konfedresiyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz û Saziya Zimanê Kurdî (SZK) axaftin hatin kirin.
Hevseroka PYD`ê Asya Abdullah duh beşdarî kongereya yekîmîn ya rêxistina partiyê xwe ya Serêkaniyê bû û li vir daxuyaniyên girîng da. Asya Abdullah da zanîn ku pêwîste partiyên Kurdî yê Rojvayê Kurdistanê helwesta xwe derbarê doza Kurdan de eşkere bikin û di vê pêvajoya hestiyar de li hember gel û şoreşê li berpirsyariyên xwe yên dîrokî xwedî derkevin.
Asya Abdullah di destnîşankir ku PYD ji demezrandina xwe heta roja îro ji bo berjwendiyê gelê Kurd têkoşîn kiriye û wiha got: “PYD`ê ji roja ku hatiye damezrandin heta roja îro ji bo berjewendiyê gelê Kurd têkoşîn kiriye. PYD`ê bi rêxistinbûyîna xwe karîbû herêmên Rojavayê Kurdistanê bi hemû pêkahteyan re birêve bibe.”


Kongreya Serêkaniyê girîng e
Hevseroka PYD’ê Asya Abdullah da zanîn ku jiber bajarê Serêkaniyê di berxwedana li dijî komên çete de gelek fedakerî kiriye, lidar xistina kongreya PYD`ê ya Serêkaniyê xwedî girîngiyeke taybete. Asya Abdullah her wiha bal kişan ser berxwedana Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) jî û da zanîn ku YPG`ê û YPJ`ê jibo parastina pêkhateyên herêmê berxwedaneke bi rumet birêve biriye.

Divê Kurd serbixwe beşdar bibin

Asya Abdullah di dewama axaftina xwe de diyar kir ku tevî dijberiya gelek hêzên herêmê û navnetewî jî, lê wan bi hilbijartina xeta sêyemîn têkoşîna xwe dewam kirine û îro ber bi avakirina Rêvebiriya Xweseriya Demokratîk gavên mezin davêjin.
Hevseroka PYD’ê Asya Abdullah destnîşan kir ku pêwîste Kurd bi şandeyeke serbixwe beşdarî Civîna Cenevra-2 bibin. Di civîna Cenevre-2  pêwîste doza gelê Kurd wek xaleke serbixwe têkeve rojeva civînê û di qada navnetewî de mafên gelê Kurd bêne misoger kirin. Asya Abdullah her wiha da zanîn ku doza Kurdan li Sûriyê û herêmê bûye xwedî bandor, lewma bêyî çareserkirina pirsgirêka Kurdan, pirsgirêka Sûriyê nayê çareser kirin.
Hevseroka PYD’ê Asya Abdullah di dawî  axaftina xwe de bal kişand ser rola jin û ciwanan di nava partiyê de  û da zanîn ku partiya ku jin û ciwanan cihê xwe di nav de negrin, ew ne partiyeke Demokratîke.

SERÊKANIYÊ