Kongreya 7‘emîn a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) doh li bajarokê Rimêlan hat lidarxistin. Kongre bi dirûşma “Ji Rojavaya azad ber bi Federaliya Sûriyeya Demokratîk ve” li hola civînan a Navenda Çand û Huner a Aram Tîgran li bajarokê Rimêlan ê ser bi navçeya Girkê Legê ya herêma Cizîrê, tê lidarxistin.

Di kongreyê de nûnerên partiyên ji Başûrê Kurdistanê jî amade bûn weke sekreterê Partiya Yekîtiya Niştimaniya Demokratîk, Xefûr Mexmûrî; endamê Buroya Siyasî ya Partiya Zehmetkêşan, Bêkes Qadir Mewlûd; Endamê Buroya Siyasî ya Partiya Komunist a Kurdisatanê, Rêber Mihemed Emîn; nûnerê Partiya Rizgar a Kurdistanê, Hejar Mihemed Ezîz; nûnerê Tevgera Nûjen a Kurdistanê, Welîd Mihemed Silêman; û nûnerê Partiya Azad a Demokratîk ji bo Êzidiyên Şengalê.

Nûnerên KNK‘ê, Meclîsa Sûriyeye Demokratîk, Hevserokatiya Kantona Cizîrê, Heyet El-Tensîq, Şepêla Sibe ya Sûriye, Partiya Vîna Gelan, Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê, Partiya Muhafizkarên Demokratîk a Sûriyeye, Hevbendaiya Niştimaniya Demokratîk a Kurdistanê, Kombûna Çepgerên Kurd ên Demokratîk, MLKP‘ê, Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriye, Yekîtiya Lîberal a Kurdistanê, Partiya Wefq a Demokratîk a Kurd li Sûriye, Partiya Demokratîk a Pêşverû a Kurd li Sûriye, Partiya Aştiya Demokarîk a Kurdistanê, Partiya Komunist a Kurdistanê, Partiya Yekîtiya Suryan, Partiya Kesk a Kurdistanê, Yekîneyên Parastina Gel, Yekîneyên Parastina Jin, Kongreya Star, Meclîsa Rûspiyan, Rêxistina Mafê Mirovan, Partiya Parastina Azadiyan, Rêxistina Demokratîk a Asur, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li kantonên Cizîrê, Kobanê, Girê Spî, Desteya Rêveber a Meclîsa Sivîl a Minbic û Gundewarên wê, Meclîsa Sivîl a Reqa û Meclîsa Jinên Sûriyê jî di kongreyê de amade bûn.

 

KCK´ê pîroz kir

Piştî axaftinên destpêkê, peyama pîrozbahiyê ya Koma Civaka Kurdisatanê (KCK) ji bo Kongreyê ji aliyê Bedran Penaber ve hate xwendin.

KCK‘ê got, “Xeta neteweya demokratîk a ku Federaliya Demokratîk li Bakurê Sûriyê xurt dike, misogeriya şoreşê ye, ji ber ku di şoreşan de xeta neteweya demokratîk misogeriya serketina şoreşa Rojava ye û dê hêviyên gelê Kurd ji bo azadiyê pêk bîne.”

KCK‘ê berxwedana hêzên eskerî yên di pêngava rizgarkirina Reqayê de cih girtine silav kir û got, rizgarkirina Reqayê serketina van hewldanan e. KCK´ê her wiha girîngiya şoreşa Rojava û Bakurê Sûriyê ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk destnîşan kir. Piştre jî peyama KJK‘ê hate xwendin.

 

Rola PYD´ê di çareseriyê de 

Di dewama kongreyê de, Nulîfer Koç li ser navê KNK‘ê, Hevserokê Kantona Cizîrê Şêx Himêdî Deham El-Hadî, endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM‘ê Aldar Xelîl, Hevserokê Meclîsa Damezrîner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Mensûr El-Selûm, Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Ilham Ehmed, Berdevka Kongreya Star Evîn Siwêd û li ser navê Meclîsa Sivîl a Reqayê Şêx Hisên El-Raşid axivîn.

Di axaftinan rola PYD´ê di pêkanîna ewlekariya herêmên Rojava û Bakurê Sûriyeyê û pêşniyazên wê ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê bi rengekî aştiyane hat îfade kirin.

  

Hevserokan peyam da 

Piştî axaftina Hevseroka PYD‘ê Asya Ebdullah, Hevserokê PYD‘ê Salih Mûslim jî axivî. Mûslim anî ziman ku têkoşîna wan xurtkirina nasnameya Kurdî Sûrî ye û wiha pê de çû: “Nasnameya PYD´ê, nasnameyeke Kurdî, Sûrî ye, esasê xebata me xurtkirina vê nasnameyê ye, bi têkoşîna xwe de me gelek şehîd dan, dirûşmeya me berxwedan jiyan e.”

Salih Mûslim li ser hilbijartinên Federaliya Bakurê Sûriyê jî got, “Hilbijartinên komunan li Rojava û Bakurê Sûriyeye pêk hat, komun şaneya sereke ya civakê ye, yekemîn car li Bakurê Sûriyeye bi awayekî azad û bi îradeya xwe dengê xwe dide. Paşê dê hilbijartinên meclîsan û meclîsên gelan çêbibin, ev tişt yekemîn car e li Rojhilata Navîn çêdibe, em ji vîna gelê xwe bi bawer in ku dê rûmet û azadiya xwe biparêzin.”


Em destekê didin Yekîtiya Neteweyî 

Hevserokê PYD´ê Salih Muslim behsa mijara referandûma li Başûrê Kurdistanê kir û got: “Li Başûrê Kurdistanê, referendûm çêbû, em bi rêzdarî nêzî vîna gelê me yê Başûr dibin, lê hinekan gotin referendum ewlekariya netewî ya Tirk, Faris û Ereb têk dibe, ma gelo Kurd ewlekariya wan a neteweyî nîne!

Muslim anî ziman  ku PYD her tim banga yekîtiya niştimaniya Kurdistanê dike û got, “Em li yekîtiyê vekirî ne, me destek da Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê û heta niha jî em piştgiriya wê dikin. Wekî ku em ji birayên xwe yê Ereb, Faris û Tirk re azadiyê dixwazin, em ji gelê xwe re azadiyê dixwazin, yên azad dikarin çarenûsa xwe diyar bikin û azadî û demokrasiyê pêk bînin, berê em bi tenê bûn, niha Ereb, Suryan, Tirkmen, Çeçen, Êzîdî û hemû gelên herêmê bi me re ne.” 


 GIRKÊ LEGÊ