Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) encamameya kongreya xwe ji raya giştî re aşkera kir. PYD'ê ragihand ku kongreya wan bi tevlîbûna gelek rêxistinên Kurdistanî veguherî mîhrîcana demokrasiyê û ji partiyê tê xwestin ku roleke aktîf di pêşxistina têkiliyên bi hêzên Kurdistanî re, bilîze da ku kongreya neteweyî ya Kurd were lidarxistin. 

PYD'ê ya ku 20 û 21’ê îlonê 6’emîn kongreya xwe li dar xist, bi daxuyaniyekê encamnameya kongreya xwe ragihand têde tê gotin ku dê amadekariyên lidarxistina kongreyeke hêzên opozîsyona Sûriye li Rojava bikin.

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ku di 20 û 21’ê îlonê de li bajarokê Rimêlan ê Kantona Cizîrê 6’emîn kongreya xwe li dar xist û têde 273 delegeyên partiyê ku nûnertiya rêxistinên wê yên hundir û derve dikin, tevî nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û 300 mêvanên je derveyî Kurdistan û derveyî Kurdistanê hatibûn amade bûn.


Beşdariyeke dewlemend hebû

PYD’ê encamnameya kongreya bi daxuyaniyekê ji raya giştî re ragihandin. Daxuyanî bi vî rengî ye: “Partiya me di 20 û 21’ê Îlonê de li bajarokê Rimêlan ê Kantona Cizîrê 6’emîn kongreya xwe lidar xist û têde 273 delegeyên partiyê ku nûnertiya rêxistinên wê yên hundir û derve dikin, tevî nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û zêdetirî 300 mêvanên ji partiyên Kurdî, Kurdistanî û Ewrûpî û kesayetên serbixwe amade bûn. Bi dehan partî, rêxistinên Kurdî, Erebî, Suryanî, Asûrî, Sûrî, Kurdistanî, navnetewî û kesayetên çalakvan ên siyasî, civakî, çandî kongreya me pîroz kirin û hevgirtina xwe bi tekoşîna ku partiya me di vê qonaxê de dimeşîne, anîn ziman."


 Festîvala demokrasiyê

Di encamnameyê de rengîniya kongreyê bi navlêkirina, "festîvala demokrasiyê" hate binav kirin û wiha hate gotin: "Kongreya me ya 6’emîn veguhezî festîvala demokrasiyê, têde nerînên cuda cuda yên partiyên Rojava, parçeyên din ên Kurdistanê û cîhanê kom bûn. Ev yek jî ji bo me şehnaziyê ye, her kesî diyar kir ku ew ligel tekoşîna partiya ya bi hevkariya hemû pêkhateyên herêmê ye, disekinin û destekê didin me."


Li dijî şerê qirêj hemfikir in

Di encamnameyê de hate destnîşan kirin ku beranberî fezkirin û dijwariyê ewê têkoşîna aştiyê bê navber bidomînin û ev nerîn hatin parvekirin: "Di nirxandinên siyasî yên di asta cîhanê, herêmê û hundir de hatin kirin hate xuyakirin ku li Rojhilata Navîn sîstema global a cîhanê şerekî germ û yê hemû bi xwîn ve diçe. Ev şer di bin bandora siyaset û berjewendiyên herêmî veguheziye şerekî qirêj ku têde hemû alav û şêwazên li dijî rêpîvanên mirovahiyê tên bikaranîn. Kesên di kongreyê de amade bûne xuya kirin ku ji bo dewamkirina tekoşîna dawîlêanîna vê şerê qirêj ew bi îsrar û vîneke xurt in. Her wiha diyar kirin ku rêya partiya ji xwe esas digre rêya herî rast e û pêwîst e bêhtir di vî aliyî de kûr û mezin bibe da ku rêbaz û alavên wê yên çareserkirina aloziya Sûriye ku şoreşa rûmetê ji xeta xwe ya demokrasiyê derketiye û Rojhilata Navîn têre derbas dibin, têrê bikin."


Hewldana xurtkitina têkiliyên navnetewî 

Her wiha hate ragihandin ku bi ast û beşdariya partî, rêxistin û kesayetên ji çar aliyê Kurdistanê daxwaz û heviya yekîtiya neteweyî jî hatiye nîşandan: "Kesên ku rewşa siyasî di kongre de nirxandin, xebatên siyasî û dîplomatîk ên partiyê di nav de tevlîbûna wê di nava sosyalîst a enternasyonal, erênî dîtin. Lê ev xebat di dewam bike û bi hêztir were meşandin da ku hemû pêdiviyên rewşê ku têde şerekî germ û çarenûsî tên kirin, pêk bîne.  Her wiha rêzdariya îradeya navnetewî ku di daxuyaniya serokatiya Encûmena Ewlehiyê ya Navnetewî ya têkildarî xebatên çareserkirina siyasî li Sûriye yên Şandeyê Navnetewî Staffan de Mistura helwesteke di cih de ye û dibe ku bêhtir were dewlemendkirin. 

Her wiha dewamiya hebûna partiyê di nava Heyet El-Tensîq tevî cudahiyên hin nerînên derbarê doza Kurd de ku em hewl didin wan jî rakin, gaveke erênî ye. Dewamkirina danûstandinan bi aliyên têkildarî çareserkirina aloziya Sûriye û bi taybet aliyên nêzî projeya çareseriyê ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk pêşniyar kiriye ku têde daxwaza avakirina meclîsa sûriye ya demokratîk tê kirin."


Bibe wesîleya kongreya neteweyî

Her wiha di encamnameyê de hêvî û bendawariya ji bo lidarxistina kongreya neteweyî jî wiha hatin rawe kirin: "Di nirxandinan de siyaseta partiyê ya têkildarî piştgiriya di aliyê siyasî û manewî de ji YPG, YPJ û saziyên Rêveberiya Xweser ên Rojava re ku esad digrin êrênî hat dîtin. Her wiha siyaseta partiyê di ailyê têkiliyên Kurd yên hundirîn de erênî hate nixandin û pêwîstiya pêşxistina van têkiliyan hate ziman. Li gel vê yekê ji partiyê tê xwestin ku roleke aktîf di pêşxistina têkiliyên bi hêzên Kurdistanî re, bilîze da ku kongreya neteweyî ya Kurd were lidarxistin û bibe lêvegereke Kurdistanî ya her 4 parçeyên Kurdistanê. Di nirxandinan de beşdarbûna nûnerên hêzên Kurdistanî di kongreya me de, hate silavkirin û ev yek wekî gaveke erênî di rêya civandina Kongreya Neteweyî ya Kurd hat binavkirin. "


Hevserok hatin hilbijartin

Di encamnameyê de têkildarî hilbijartina hevserokan û meclîsa partiyê jî agahî hatin dayin: Di dawiyê de piraniya endamên kongre hevala me Asya Ebdulah û hevalê me Salih Muslim wekî hevserokên partiyê ji bo dewreyeke nû hilbijartin. Her wiha 37 endmaên kongre (16 ji wan jin in ji bo meclîsa partiyê hatin hilbijartin.

Hevserokên partiyê, endamên meclîsa partiyê û endamên kongre soz dan ku rêya tekoşîna xwe dewam bikin û hertim şehîdên keç û xort ên pêkhateyên Rojava ji xwe re esas bigrin da ku armancên van şehîdan dixwest, pêk bînin.”  


Kongreya muxalîfan li Rojava


*  Di kongre de biryar hate girtin ku ji bo kongreyeke hêzên opozîsyona Sûriye yê ku bibe bingeha çareseriya siyasî ya aloziya Sûriye li Rojava were lidarxistin, divê xebat werin meşandin. 

*   Têkilî bi hemû aliyên Kurdî li Sûriye û li parçeyên din ên Kurdistanê werin danîn.  

*  Ji bo xebatên rêlibergirtina koçberiya ji Kurdistanê ku xeteriyeke mezin li ser hebûna pêkhateyên Mezopotamya çêdike, hin biryar hatin girtin. Kesên di kongre de amade bûn dîtin ku ev koçber siyaseteke plankirî ye û ji aliyê hêzên ku nikarîbûn bi şer demografiya herêmê bidin guhertin, tê meşandin.



NAVENDA NÛÇEYAN