Di berdewamiya daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Televizyona Elerebiye pêwîste ku beriya nûçeyên ji rastiyê dûr biweşîne, rastiya nûçeyên xwe teîd bike. Her wiha bal hate kişandin ku Televizyona Elerebiye û hin televizyonên din ku di demeke gelê Sûriyeyê hewcedarî nûçeyên raste, nûçeyên derew diweşînin.
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku, li 11 herêmên Rojava û li paytexta Sûriyeyê Şamê Newroz hatiye pîrozkirin, lê ji ber rewşa bê ewle ya Helebê û topbarana li ser taxên Kurdan PYD'ê û Desteya Bilind a Kurd Newroz li Helebê pîroz nekirin. Tevî vê yekê jî Kurdên li Helebê daketin kolanan, agirê Newrozê pêxistin û pîrozbahî lidar xistin.
HELEB