Bi boneya salvgera 72`yan a bidarvekirina Pêşewa Qazî Mihemed û hevrêyên wî, endamên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) yên bajarê Helebê li pêş navenda xwe ya taxa Şêxmeqsûdê kom bûn û daxuyaniyek da.
Daxuyanî ji aliyê endama Meclisa Giştî ya Jinan a PYD`ê Rewşen Mûsa ve hate xwendin. Rewşen bal kişand ser atmosfêra navneteweyî û herêmî ya ku hişt komara Mehabadê were avakirin û komployên li dijî gelê Kurd ku hiştin komar hilweşe û Qazî Mihemed û hevrêyên wî werin îdamkirin.
Rewşen hemû şehîdên Komara Kurdistan Mehabadê di salvgera 72`yan de bi bîr anîn û teqez kir ku bibîranîna wan dê her tim li gel gelê Kurd zindî be û got, “Şehîd Qazî Mihemed çû, lê fikra azad û heqiyê di bibîranîna gelê Kurd de zindî ma.”
Daxuyanî bi dirûşmên dilsoziya ji bo şehîdan bi dawî bû. n ANHA / HELEB