Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi daxuyaniyekê encamnamên 7‘emîn kongreya xwe eşkere kir. Kongre 27 û 28‘ê Îlonê li bararoka Rimêlan bi rê ve çûbû. PYD´ê bi daxuyaniyekê encamnameya kongreyê eşkere kir û got, “Kongre bi beşdarbûna 450 endamên ji hemû rêxistinên partiyên hundir û derve pêk hat.”

PYD´ê bi bîr xist ku piştî axaftina vekirinê ji aliyê hevserokatiyê partiyê ve, 2 rojan bi nirxandina xebatên partiyê, xwendina perspektîvên siyasî, niştimanî û demokratîk, rapora hevserokatiyê û meclîsa giştî ya partiyê û buroya jinê, nirxandina bernameya siyasî, rêzikname û guhertinên piştî nîqaşan hatine kirin.


Yekîtiya niştimanî ya Kurdistanê

PYD´ê berxweda YPG/YPJ û QSD´ê bi bîr xist û got, Di serî de doza Kurdên Sûriyê çareserkirina  hemû dozan e. PYD´ê rola xwe bi mînakên avakirina MSD’ê, meclîsên damezirîner û rêveber ên Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeye rave kir û got, “Dîsa jî têkiliyên xwe bi hêzên niştimanî û demokratîk re çi li Sûriye be û çi li ser asta cîhanê be, me qût nekirine. Girêdayî rewşa Kurdistanê û li gorî biryarên kongreyên me yên 6 û 7´an xebatên partiyê armancên xwe pêkanîna hêviyên gelê Kurd di yekîtiya niştimanî û lidarxistina Kongreya Niştimanî ya Kurdistanê ye û ji bo biserxistina hevdîtinên şêwrî yên KNK‘ê ye.”


Stratejiya li dijî pênaberitiya ji Kurdistanê

PYD´ê li ser têkoşîn û xebata xwe ya siyasî ya paşerojê jî got, “Partiya me teqez dike ku ew çalakiyên xwe ji bo biserxistina diyalogên derbarê çarserkirina aloziya Sûriyê de bi awayekî demokratîk û li ser bingehê projeya federaliya demokratîk û biryara 2254 a Neteweyên Yekbûyî ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeye wê bidomîne. Her wiha wê ji bo peydakirina stratejiyeke ku rê li ber penabertiya ji Kurdistanê bigire, kar bike. Ji ber ku penabertiya ji Kurdistanê xetereke li ser pêkhateyên Mezopotamiyayê bi giştî û bi taybetî li ser Kurdan. Beşdaran destnîşan kir ku ev penabertî bi awayekî siyasî ji aliyê hin hêzan ve hate pîlankirin.” PYD´ê herî da wî bi bîr xist ku beşdaran Eyşe Hiso û Şahoz Hesen ji bo hevserokatiya partiyê hilbijartiye û her wiha 49 endamên meclîsê ku 23 ji wan jin in, hilbijartine. Di daxuyaniyê de wekî din hat gotin ku Hevserokên PYD´ê Eyşe Hiso û Şahoz Hesen û endamên meclîsa giştî sunda xwe xwarine ku ew ê erka xwe ya di nav partiyê de pêk bînin. 


 NAVENDA NÛÇEYAN