Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurdî PYNK û Encûmena Nîştimanî ya Kurdî li Sûrî ENKS têkildarî diyalogên yekitiya neteweyî daxuyaniyeke hevpar dan. Hate diyarkirin ku qonaxa yekemîn a diyalogan bi dawî bûye û dê di rojên pêş de peymanek were îmzekirin. PYNK û ENKSê bi amadebûna şandeyên her du aliyan, tevî fermandarê giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî û nûnerê Emerîkayê yê Sûrî William Robak daxuyaniyeke hevpar weşandin û tê de destnîşan kirin ku qonaxa yekemîn a diyalogên yekitiyê bi dawî bûye û gihaştine nêrîneke siyasî ya hevpar. Hate diyarkirin ku dê diyalog li ser bingeha Peymana Dihokê berdewam bike û di rojên pêş de peymaneke giştî were îmzekirin. Daxuyaniya hevpar wiha ye: “16’ê Hezîranê, şandeyên Meclisa Nîştimanî ya Kurdî li Sûrî û Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurdî pêvajoya destpêkê ji diyaloga kurdî bi dawî kir û bi hev re gihîştin nêrîneke siyasî ya hevbeş û lihevkirinên pêşîn ku bendên (rêvebirin, hevbeşî, ewlehî û parastin) ên Peymana Dihokê ya 2014’an bikin bingeha berdewamkirina dan û standin û diyalogên di navbera her du şandeyan de, wê peymaneke giştî di paşeroja nêz de îmze bikin. Her du şandeyan pêvajo weke dîrokî bi nav kirin û ev xebat diyarî cangoriyên mezin ên ciwan û keçên Sûrî û bi taybet şehîd û birîndarên Rojavayê Kurdistanê û malbatên wan kirin ku jiyana xwe kirin berdêla şerekî birûmet ji bo parastina cîhanê li dijî sitemkariya DAIŞê. Di daxuyaniya hevpar de tê diyarkirin ku bi demana nûnerê Emerîkayê William Robak û fermandarê gîştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) general Mezlûm Ebdî pêk hatiye. Her du şande, malavahiya general Mezlûm Ebdî, serok Masûd Barzanî û serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Emerîkayê dike ku bi sedema di yekrêziya Kurdan û aramiya Sûrî de cih girtine. Peymana Dihokê Li bajarê Dihokê yê Başûrê Kurdistanê di Cotmeha 2014’an de rêzecivînên aliyên Kurd ên TEV-DEM û ENKS’ê çêbûn. Rêzecivînan 8 rojan dom kir; 14’ê Cotmehê dest pê kir û 22’yê heman mehê bi ‘Peymana Dihokê’ bi dawî bû. Di wê civînê de, li ser nûnertiya TEV-DEM’ê ya ji sedî 40, ya ENKS’ê ji sedî 40 û ya partî û hêzên ku tev li her du aliyên siyasî nebûne ji sedî 20, hat lihevkirin. Piştre li ser hejmara lêvegerê ya 32 kesî hat lihevkirin, jê 12 ji TEV-DEM’ê, 12 ji ENKS’ê û 8 ji hêzên siyasî ji derveyên TEV-DEM û ENKS`ê bikin. NAVENDA NÛÇEYAN