
Li Merîwanê rejîma Îranê gule li komek Kulberên liser sînor reşand. Di encamê de Kulberekî jiyana xwe jidest da û 4 jî birîndar bûn. Di gulebarana raste rast a hêzên rejîma Îranê de, Kemal Bamzer ê 27 salî ku bixwe xelkê Merîwanê ye jiyana xwe jidest da. Kesên bi navê Tofîq û Cemîl Neqaş yên ji Merîwanê, Mihemed Nadirî 38 salî û kesek din ku navê wî nehat zanîn jî bi giranî birîndar bûn. Welatiyên Kurd ên li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê ji ber bêkariyê neçar dibin berê xwe bidin sînoran. Bi vî awayî hewl didin debara jiyana xwe bikin.
MÊRÎVAN