Welatiyên Fîsê dan zanîn ku qereqolê bi dizî lê dikin. Tê payîn ku Kela Dakyanûs ji aliyê Selevkosan an jî Romayan ve hatiye çêkirin. Li gorî bermahiyên kelê tê dîtin ku Kela Dakyanûs di serdema Romayan de hatiye çêkirin.
Sûrên kelê, deriyê ku vedibe bajar, stûnên ku 3-4 metroyan bilind, seriyê stûnan hin bermahiyên vê kelê ne. Bermahiyên wekî dîwar, kember, sarinc û hewzên avê tê payîn ku bermahiyên Kela Dakyanûs e.
Di mîtolojiyê de jî efsaneya 7 kesên razayî yên Dakyanûsê derbas dibe û li ser bermahiyên kelê xirbeyek mezin heye. Kela Dakyanûs ji bo arkeolojiyê wekî qada sîtê hatiye îlankirin, li şûna Wezareta Çandê li vir lêkolîn û xebatan bike, li ser dîrokê qereqol tê lêkirin.Rayedarên Midûriyeta Parastina Bermahiyên Çandî ya Herêmê ku me derbarê çêkirina qereqolê de pirs jê kirin. Gotin ku haya wan ji lêkirina qereqolê tune ye û di lijneya wan de biryara lêkirina qereqolê nehatiye dayîn. Dîsa heman rayedaran diyar kirin ku ev herêmek arkeolojîk e û ger welatî bi awayekî serbixwe be jî serlêdanekê bikin ew ê der barê serlêdanê de li herêmê lêkolînê bikin
DÎHA/AMED