Qala gendeliyê neke !
Parlementer Soran Omer qala gendeliyê kir biryara girtina wî dan. Jixwe Parlamenta Kurdistanê ya Federe mafê destnedana parlamenteriyê ya Soran Omer bi dawî kiribû. Biryara bidawîkirina mafê destnedana parlamenteriya Omar meha Gulanê li Parlamenta Herêma Kurdistanê bi dengê 57 parlamenteran hatibû wergirtin. Ev biryar ji bo Parlamenta Herêma Kurdistanê biryareke nû bû.
12’ê Tîrmeha 2020’an jî dadgeha Hewlêrê biryara destgîrkirina parlamenter Soran Omer derxist. Dadgehê daxwaz ji hemû hêzên navxweyî kir ku li her cihê Soran Omer bê dîtin, destgîr bikin.
Parlamenter Soran Omer, der barê mijara wergirtina mafê destnedayînê yê xwe û belgeyên der barê Mesrûr Barzanî de, 5’ê Gulana 2020’an li bajarê Silêmaniyê daxuyaniyek çapemeniyê da.
Soran Omer wiha gotibû; ”Şeva 1’ê Adarê ez li ser Mesrûr Barzanî axivîm. Şeva 2’ê Adarê dadgeha lêkolînê ya Hewlêrê bi madeya 433’an, li hemberî min doz da vekirin. Di heman demê de dadwerê lêkolînê, daxwaza wergirtina mafê nedestdayînê yê parlamenteriya min kiriye. Min îro li ser vê mijarê belge radestî serokatiya parlamentoyê kir. Lê cîgirê seroka parlamentoyê ji min wernegirt û daxwaz ji min kir da ku ez bi xwe belgeyan bişînim dadgeha giştî.”
Soran di dewamê de balkêşa ser belgeyên li ser serokwezîrê Herêma Kurdistan Mesrûr Barzanî û wiha got; ”Li gorî belgeyên Wîkîlîksê, Mesrûr Barzanî xwediyê parek mezin ya Koma Stêr e. Ev Koma Stêr, ji 12 kompanya û bankeyan pêk tê. 10 kompanyayên hevbeş in. Yek ji wan kompanyaya Kar e. Navê bankê jî banka Artî ye. Pereyê nefta Herêma Kurdistanê ji dolar vedigerîne dînar.”
Hîn herêma Kurdistanê ava nebûbû, PKK li vir bû
Wekîlê Herêma Kurdistanê yê Komeleya Îslamî Soran Omer têkildarî kampanya ji bo derxistina leşkerên Tirk ji Başûrê Kurdistanê axivî. Soran Omer nerazîbûn nîşanî daxuyaniyên PDK’ê yên li ser PKK’ê da û got, ”Herêma Kurdistanê hîn tune bû, PKK li vir bû.
Parlamenter Omer êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û bal kişand ser dagirkeriya Tirk û got: ”Leşkerên dewleta Tirk sînorê Herêma Kurdistanê derbas kiriye. Tirkiye bi xwe eşkere kiriye ku li Hewlêr, Soran, Dihok 36 baregehên îstixbarat û leşkerî hene. Ev dagirkeriyekî eşkere ye. Mixabin demeke dirêj e Tirkiye baregeh li Heremê ava kiriye. Şer li Herêma Kurdistanê ye. Sedemê bêhelwestbûna desthilatdaran û bi taybet ya Partî Demokratî Kurdistan (PDK) girêdayî hevpeymana 50 salî ya ku ji bo neft bi Tirkiye re hatiye kirine. Ev bûye sedem ku PDK leşkerên Tirk bîne axa Heremê. Di nava wê hevpeymanê de hinek xalên ewlehî hene ku girêdayî PKK ye.” NAVENDA NÛÇEYAN