
Rojnamevan Dilêr Akreyî û Suna Tunç têkildarî Mehmûd Onder nerînên xwe û bîranînên xwe parve kirin.
DÎLER AKREYÎ: Bîst sal berê bi rêya MED TV min û hevalê Mehmud hevdu nas kir. Mirovekê bênfireh, axftinxweș, bi tecrube, fedekar , dengxweș, aram, ciwanmêr û mirovekê ҫçê bû. Car bi car bi dengê xwe yê zelal straneke gelerî di demên ҫçay vexwarinê dê distrî , carna jî behsa serpêhatiyên xwe dikir. Ji ber ku di beşa Kurmancî de, yê herî bi temen û șşareza di aliyê zaraveya Kurmancî de, xwedî tecrube û serpêhatiyên dewlemend bû, xebatkarên beşê û kesên din jî jê re digotin mamosta. Hevalê Mehmud rêwîtiya karwanê 20 salan bi dawî anî . Bê ku em bikarin xatir ji hevdu bixwazin, ҫû ser dilovaniya xwe. Oxir be û rêya te vekirî be , ruhê te șşad û mala te nuh aram be hevalê kedkar û mandûnenas.
Hesreta nûçeya azadiya rêbertî
SUNA TUNÇ: Mamoste destpêkê min di ekranên MED TV de dît. Paşê di Medya TV û Roj TV de û heta bi vê nexweşiya kambax ket jî li heman qadê kar kir. Di nav kedkarên çapemeniyê de bi dilsoziya xwe cihekî mamoste yê taybet hebû. Dema ciwanekî nû dest bi kar bikira di civînên rêveberiyê de ji bo perwerdeya wan pêşî mamoste dihat pêşniyarkirin. Ji ber herkesî dizanî ewê mamoste bi wan re mujûl bibe, ezmûnên xwe parve bike û pêşketina wan bişopîne bi dilnizmî. Dîsa dema behsa platformên gel, bernameyên nêrînên gel jî bihata kirin eger ne li cihekî bûna di serî de mamoste dihat pêşniyar kirin. Me dizanî diyalogên wî yên bi gel re başin û yekî gelerî ye. Herî dawî ji bo wî me şevek organîze kir. Hîna li ser hemdê xwe bû û digot, min nûçeya yekemîn ya girtina rêbertî da, ezê li ber xwe bidim û nûçeya azadiya rêbertî jî bidim.. Wê şevê gelekî kêfxweş bû û ji me hemûyan yek bi yek hatir xwest û çû.. Lê her çiqasî xatir xwestina wî ya herî dawî dilê me hemûyan gelekî êşand jî ji ber sekna wî ya welatparêziya rasteqîn serê mê pê serbilinde.. Oxira te ya xêrê be mamosteyê hêja..