Xezîneya gerok a muzîka Kurdî, Qale Mereyê Bilûrvan li gorî muzîsyen Govend Ebdullah lazim e bêhtir bi qedrê wî û hunerê wî bê zanîn. Ew pêşniyaz dike hunerê wî bê lêkolîn û di asta akademîk de bê hînkirin.

TERZE TAHE / ROJNEWS/SILÊMANÎ

Qale Mere yek ji mûzîkjenên herî serketî di sazbendiya civaka Kurd de ye. Ew beriya 11 salan 21’ê Gulanê, çû ser heqiyê. Lê, awaza bilûra wî ya Kurdî, îro jî zindî ye. Muzîsyenê ji Silêmanî Govend Ebdullah dibêje bi qedrê muzîka Qale Mere kêm tê zanîn û dixwaze lêkolîneke akademîk a bi rêkûpêk li ser mûzîka wî bê kirin û bi awayekî akademîk bê hînkirin.

Qadir Ebdulazade bi nasnav Qale Mereyê Bilûrvan, zivistana sala 1925’an li gundê Kulice yê ser bi navçeya Bokanê, li Rojhilatê Kurdistanê hatiye dinê. Ji ber ku kesek bêdeng bû, Şêx Mihemedê Şêx Burhanê Mukriyanî navê Qale Mere lê kiriye.

Qale Mere hîn nehatibû dinê, bavê wî rehmet kiriye, di 6 saliyê xwe de jî hem ji dê û hem ji bêv sêwî maye. Weke bixwe jî di axaftineke xwe de gotiye, emrê wî hemû bi bêkesî, hejarî û bêşansiyê derbas bûye.

Qale Mere bi gelek hunermend û helbestvanên navdar ên Kurd ên wekî Hesen Zîrek, helbestvanê mezin Hêmin Mûkriyanî û Hejar Mukriyanî re hevaltî kiriye.

Piştî hilweşandina Komara Kurdistanê sala 1946’an û bi darvekirina pêşengên komarê, Qale Mere jî mehkûm dibe û li Başûrê Kurdistanê dibe penaber. Demekê li mala Ebas Axayê Serkepkan û Ehmed Axayê Koyê dimîne. Piştî çend salan careke din vedigere Rojhilatê Kurdistanê. Qale Mere ku li Îranê beşdarî gelek festîvalên bi nav û deng ên mûzîkê bûye, li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê jî tevlî gelek festîvalên hunerî bûye û hêjayî gelek xelatan hatiye dîtin.

Xezîneya gerok a muzîka Kurdan

Qale Mereyê Bilûrvan sala 1950’î li navenda radyoyên Sine, Tehran, Mahabad û Ûrmiye, her wiha li radyo û televîzyona Kirmaşan gelek parçeyên mûzikê bi bilûra xwe tomar kirine.

Qale Mere bi Farisî bi navê “Gencine Muteherik” yanî “Xezîneyeke gerok” beşdarî festîvalên mûzîkê yên li Îranê dibe. Bilûra Qela Mere timî awazên ku pesnên xweşîkahiya Kurdistanê û xwezaya wê didin, lê dixe. Bi vê yekê re timî reseniya mûzika Kurdî parastiye.

Bi lêkolînan afirîneriya wî wê eşkere bibe

Muzisyen û Endamê Koma Muzika Lor a li Silêmaniyê, Govend Ebdullah li ser hunera Qale Mere dibêje, hunerê wî taybet û serktî bûye, li cîhanê hemûyê lazim e girîngî pê bê dayîn. Govend dibêje, kêm kes weke Qale Mere hene û piştî wî kesên weke wî derneketine: “Wî bi bîlûrê gelek afinerî kiriye. Dibe ku kesek asayî hest bi vê afineriyê neke. Lê, heger bi awayekî akademîk lêkolîn bên kirin, afineriya wî derkeve holê.”

Govend destnîşan dike ku weke lazim, girîngî bi berhemên Qale Mere nahatiye dayîn û ew şêwaza wî ya bilûrê ewqas bilind e ku pêwîst e li navendên akademîk were xwendin.

Li ser wesiyetê li rex Hesen Zîrek hat veşartin

Bilûrvanê nemir Qale Mere 21’ê Gulana 2009’an di 84 saliya xwe de ji ber nexweşiyeke giran li bajarê Bokanê yê Rojhilatê Kurdistanê wefat kir. Bi hezaran kes û hezkiriyên Qale Mere ji deverên cuda yên Kurdistanê çûn Bokanê û tevlî merasîma spartina cenazeyê wî ya axê bûn. Cenazeyê Qale Mere, li ser wesiyeta wî, 25’ê Gulanê li Bokanê li rex qebra hunermend Hesen Zîrek hate definkirin.