Navçeya Geverê ku bi çiya, deşt, kulîlk, gulnixwîn û rengê xwe xwedî taybetiyên xweser e, ji ber ku rayedarên dewletê li çavkaniyên xwe yên turîzm û çandê xwedî dernakevin, gelek aliyê wê yên dewlend wêran dibin. Navçeya Geverê ku hezar û 925 metre ji bahrê bilindtir e û 2 hezar û 800 hektar firehiya wê heye, ji aliyê xwezayê, cureyên nebat û gihayê û lûsa çûkan ve bihiştek rengîn e. Li vî warê xwezayî Qamirgeha Nehilê dewlemendiyek din e. Lê di salên dawî de ji ber ku operasyonên leşkerî li herêmê zêde dibin û her tim qamirgehan didin ber agir û dişewitînin, qamirgeh zuha dibe û vedigere sergo. Li gorî peymana Ramsarê ya Navneteweyî ku pêwiste kamirgeh û avzêm bên parastin, dîsa evzêmên ku bi hezaran cureyên sewalan diparêzin yek bi yek zuha dibe. Qamirgeha Nehîlê jî ji ber ku nayê parastin û her tim ji ber operasyonên leşkerî tên şewitandin zuda dibe. Her çend berê jî der barê rewşa vê qamirgehê de ajansa me DÎHA'yê nûçe çêkirin û parazvanên mafên mirovan der barê rewşa qamirgehê û avzêmê de bang li rayedarên dewletê kirin jî heta niha der barê parastinê de tu gav neavêtin. Ajansa me herî dawî di 12'e nîsanêde li ser rewşa Qamirgehe nûçe çêkiribû. DSÎ di sala 1993'an e li herêmê bendava Dilimlî ava kir û ji ber vê bendavê piraniya vê qamirgehê zuha bû û miçiqî. Dîsa di salên dawî de ji ber ku xwelî û aliya komirê li derdorê wê rodikin, her ku diçe qirêj dibe û vegeriya ye sergo. Ji ber ku li derdorê wê bi hezaran ton xweliya komirê lê hatiye rokirin êdî her ku diçe zuha dibe û qirêj dibe. Serokê Komeleya Xwezaya Cilo Mesut Kiratli, anî ziman ku rayedarên dewletê li hemberî vê wêrankirina xwezayê bêdeng dimîne û berpirsiyar saziyên dewletê ye. Serokê Komeleyê Mesut Kiratli, anî ziman ku rayedaran li herêmê lêkolîn kirin û li gel ku lêkolîn kirin jî heta niha tu tedbîr negirtine û wiha got: "Li gorî peymana Ramsar a navneteweyî divê Qamirgeha Nehilê bê parastin. Lê mixabin ev qamirgeh her ku diçe zuha dibe. Em bang li hemû parazvanên derdorê û xwezaparan dikin û dixwazin li hemberî vê yekê bêdeng nemînin. Berpirsiyarê vê yekê şaredarî, îdareya taybet a bajar, Midûriyeta Rêyên Bejayî, Midûrê Tenduristî û derdorê, bajarvanî, midure çandiniyê û daristanê û qeymeqamiya navçeyê ye. Divê hemû bibin yek û rê li pêş vê yekê bigirin."
Kiratli, destnîşan kir ku li gel rayedarên dewletê peyman îmze kiriye jî xwezayê naparêze û berpiriyarê sereke rayedarên dewletê ye. Rayedarên şaredariyê jî anîn ziman ku herêm li dervê sînorê wan ên ku mudaxale bikin tune ye.
SAMÎ YILMAZ - DÎHA/COLEMÊRG