Ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Efrînê, û bi daxwaza azadkirina Ocalan bi hezaran şêniyên Qamişlo daketin meydanan.

Bi hezaran şêniyên Qamişlo û gundewarên wê û endamên saziyên civaka sivîl, ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Ocalan û êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Efrînê li ber çerxereya Osman Sebrî ya taxa Hilêliyê kom bûn û ji wir dest bi meşê kirin. Di meşê de, xelkê alên YPJ û YPG´ê, posterên Ocalan rakirin û pankart hilgirtin ku bi Kurdî û Erebî yên bi naveroka xwe êrîşên li dijî Efrînê û tecrîdkirina Ocalan şermezar dikirin.

Meşa ku li kolanên sereke dewam kir, li ber çerxereya Şehîd Rûbar Qamişo veghurî mîtîngê. Di mîtîngê de, derbarê jiyana Ocalan û berxwedana gelê Kurd li hemberî sîstemên desthildar, sînevizyonek hate pêşandan.

Paşê, li ser navê Meclîsa Herêma Qamişlo Hesen Koçer axivî û da zanîn ku hêzên komploger bi dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd, dixwazin vîna gelê Kurd bişkînin. Her wiha Koçer îşaret bi berxwedana şervanên QSD`ê kir. 


 QAMIŞLO