Xwepêşandan bi durişmeya “Em bêdengiya li hemberî komkujiyên li dijî gelê Kurd qebûl nakin” ji Çerxerêya Osman Sebrî ya li taxa Hilêliyê destpê kir. Çalakger piştî ku di nava kolanên sereke re derbas bûn bi durişmeyên li dijî komkujiyên DAIŞ’ê xwe gîhandin Qada Şehîd Rûbar Qamişlo.
Li wir piştî rêzgirinê li ser giyanê pakrawanan, Hevserokê Meclîsa Gel a bajêr Feyrûşah Remezan axivî û got: “Em wekî gelê bajarê Qamişlo bi hemû hêza xwe piştgiriyê didin gelê xwe yê herêma Şehba di nav de herêma Babê. Em ji wan re dibêjin Qamişlo bi tevahiya pêkhateyên xwe bi we re ye. Gelê Kurd êdî ji lîstikên dijminan hişyar bûye.”
Ji rêveberên Kongreya Star a bajarê Qamişlo, Henîfa Mihemed jî axivî. Henîfa Mihemed got, mîna ku YPG/YPJ’ê çete ji Kobanê qewitandin û aştiya herêmê vegerand, wê hêzên QSD’ê jî xelkê Şehbayê ji çeteyan rizgar bike.”
QAMIŞLO