Bi hezaran welatiyên bajarê Qamişlo û Amûdê, endamên  sazî û komînan, şandeya rêveberiya  xweser û nûnerên  partiyên siyasî yên herdu bajaran, bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî  Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li pêşiya mala gel a taxa Qenat Siwês a bajarê Qamişlo kom bûn.

Welatiyan ji wir jî bi karwanekî wesayitan dest bi xwepêşandanê kir. Welatî heta bi gundê sêgirka bi maşînan çûn û ji wir jî heta bi sînorê di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê meçiyan.

Welatiyên ku beşdarî xwepêşandanê bûn alên reş, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Yekîtiya Star û alên YPG/YPJ’ê hildan. Welatiyan her wiha diruşmeyên şermezarkirina komkujiyên li Bakurê Kurdistanê gotin, berxwedana Welatiyên Bakur silav kir. 


 QAMIŞLO





Ji Qeremoxê ber bi Kobanê ve komplo tê şermezarkirin


Meşa dirêj a Yekîtiya Ciwanên Rojava ku pêr li gundê Qeremoxê yê li rojhilatê Kobanê ji bo şermezarkirina Komploya Navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê kirî di roja xwe ya duyemîn û dawî de doh dewam kir.

Meşa ciwanan bi durişmeya “Bi rihê berxwedana Kobanê û Bakurê Kurdistanê Komploya Navneteweyî ji cewherê wê hatiye pûçkirin” hat organîzekirin.

270 keç û xort doh saet di 08.25’an de ji gundê Elî Şarê dan rê, meşa xwe dewam kirin ber bi bajarê Kobanê ve.

Ciwanan posterên Rêberê Gelê kurd Abdulla Ocalan rakirin, her wiha bi destê xwe alên Yekîtiya Ciwanên Rojava, Tevgera Jinên Ciwan, Yekîneyên Parastina Gel, Yekîneyên Parastina Jin, al û sembolên Kurdî bilind hildan.

Ciwan di nava gundên li rojhilatê Kobanê Şeran, Kîkan û gundê Kazik (Kazik gundê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê re derbasî Kobanê û Rojavayê Kurdistanê bûyî ye) re derbas bûn.

Li Kobanê jî girseyeke  mezin pêşwaziya ciwanan kir û tevlî çalakiya TEV-DEM’ê ya rûreşkirina komploya navneteweyî bûn. 



 KOBANÊ






Rojava bi yekdengî komployê şermezar dike


Li Rojava xelkên bajarên Dêrik, Girkê Legê û Tirbespiyê di salvegera bêbextiya navneteweyî de ji bo şermezakirina komployê, çûn Qada Şehîd Xebat a li Dirbêsiyê û li wir çalakiyeke mezin li dar xist.

Gel bi hilgirtina posterên Rêberê gelê Kurd Abdulah Ocalan û alên YPG, YPJ, QSD, TEV-DEM, PYD, alên reş meşiya. Her wiha pankartên li ser nivîsandî “Rêber APO ronahiya hemû gelên bindest e” hatin hilgirtin.

Doh ji danê sibehê ve bi hezaran şêniyên bajarên Hesekê, Til Temir, Serêkaniyê, Dirbêsiyê û bajarokê Zirganê berê xwe dan navenda bajarê Dirbêsiyê. Şêniyên van bajaran timî durişmeyên “Bê serok jiyan nabe” gotin. Dayîkên ku di refên pêşî yên xwepêşandanê de cihê xwe girtin jî bi tilîliyan dengê xwe bilind kirin.

Xwepêşandan di nava kolanên sereke yên bajêr re derbas bû û hetanî Kolana Kornîş a li rex Mizgefta Hacî Sultan dewam kir. Dema nûçeya me dihat amadekirin xwepêşandanê bi axaftinan dewam dikir. 


 DIRBÊSIYÊ